wefdî kurdistan, mîlletfiroşan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1725 Dîtin
wefdî kurdistan, mîlletfiroşan
herze wekîlî şarî xamoşan!
çepkê le gułekey, baẍekey sera
ke be xwênawî lawan aw dira
bîbene xizmet ’erşî ’îraqî
biłên yar baqî û hemsuḧbet baqî
perde û taray sûr berin bo emîr
biłên paş kuştar, hêşta toy diłgîr?
dek xecałet bin le řûy meḧşera!
ême xakî ẍem ekeyn be sera
êweş ew ’erşey be xwên gułřenge
sucdey bo eben hîç nałên nenge
kurd nemirdûh, xeyałtan xawe
beratî necat be xwên nûsrawe
min řengî sûrim boye xoş ewê
mijdey şefeqî lê des ekewê