ser le jêr sêdare nanêm kurdim û teplem bese

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1560 Dîtin
ser lejêr sêdare nanêm kurdim û teplem bese
coq û boqim bo çîye, goranî û çepłem bese
asmanî bawepyare, karî bo feyseł nedayn
ma’dey bo ’emir û zîd bê, min beřû û xeplem bese
qet gezo naxom ke nawî mine, zadey minete
kurdî doşawxorim û çirkî diřîCih û řezłemCih bese
her be mindałî le ser şaxî biłind perwerde bûm
berze estom, nanewê bo mesned em ’eqłem bese
san’î em erze êmey xiste jûr beẍdaCih be cê
zor becêye «’usbeNava taybet» morî kird û em şeqlem bese
wek ẍeramafon le qeşqe, hewhewî swarey beban
her le gwêm dê êstekeş em ’en’ene û tepłem bese
ew kesey xoy wa lejêr xełkida ełê: swarit ebim!
eḧmedî sware û ḧemey xetabim, em neqłem bese
bo çî wek kew cinsî xom rakêşme jêr dawî beła
danî genmî naw qefes naxom û gya û gepłem bese