kobûnewey lagranî enistîto le parîs

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  930 Dîtin

le axir û oxrî payîzî sałî 1986 degeł «me’sûm» çûyne parîs, bûyne mîwanî řesûłî biram ke êsta jinêkî êranî û kuřêkî heye çwar sałan be nawî «dyako». sefer parîs boye xoş bû ke degeł «enistîtoy kurdî parîs» û kak kendałî mudîrî bûme aşna, řojane hatuçoy ew şwêne pîrozem dekird. ew şwêne le parîs be hawkarîy «yełmaz goney» û «kak kendał» damezra. «yełmaz goney» biřyarî dawe ke herçî dahatî fîlmekanyetî lewêy xerc bika. kendałîş ke yekêke le zanayanî meşhûrî fîzîk, hemû hêzî xoy lew barewe serf bika. bełam daxî giranim «yełmaz goney» mirdin mewday nedawe û cwanemerg buwe.

şwêneke le çaktirîn cadey parîs wata «lafayêt» damezrawe. be hezaran kitêb, bilavok, eflamî wîdyo, kasêtî wergêřaw le hemû babetekanî ser be kurdistanî têda ko kirawetewe. dewłetî ferensey sosyalîst zor yarmetîy ew şwêney dawe. cige le esasye, sałane heşsed hezar firankî yarmetîy kirduwe. bełam dway ewe ke dîgołye deste řastîyekan hatûne ser kar, paş dîdarêkî wezîrî derewey turkye, ew komekeyan biřawe û kewtûnete bêpûłî widestitengî. milyonêrî kurd le urûpa û şwênî tir yekcar zorin; bełam kurd fêrî ewe nebuwe ke serî xoy bew şitanewe bêşênê! yarmetîy naken. her çonêk bêt çaktirîn cêgey kokirdin û řagirtinî kiltûrî kurd lew şwêneye.

le sayey hatuçom bo naw ew merkeze girînge, degeł zor kurdî diłsozî fîdakar bûme aşna. betaybetî kak şewqî, teymûr û zorî tirîş. ber lewe biřom bo parîs, mem û zîne ’esłyekey xanîm be mana lêdanewe le tayp da. nusxeyekim nîşanî kak îdrîs barzanî da; xwêndibûyewe. qerarî da le urûpa çap bikirê. nameyekî bo mamosta pîrot le «vyen» nard û kitêbekeşî bo nard ke be zûtrîn kat - be her nirxêk bê be çapî bigeyenê. paş 17 řoj te’xîr twanîm telefonî pîrot wergirim. qerar dira pêkewe ḧewlî le çapdanî bideyn. be hoy kak kendał kewtime pirs û řa, gutyan zor cwan çap bikirê, dûsed û çil hezar firankî tê deçê. ke lêkim dayewe be pûłî êran deykirde sê milyon û ewende timen. demzanî ew pûłe bo îdrîs hełnasûřê. kendał gutî ême maşînêkî çapî kampîwtir dekřîn be ḧewt hezar dolar, meşẍûłî debîn bełam carê pûł nîye.

wextê hatmewe kerec, be îdrîsim gut ba ew ḧewt hezar dolare tertîb keyn. gutî şerte eger ḧîzbîş mwafeqet neka, min xom tertîbî dekem. bełam dû řoj dway em wituwêje, îdrîs be sektey qelbî mird û řîsekem bowe be xurî.