kotayî
lew serubendeda ke le parîsCih bûm, kobûnewey lagranî enistîto bû ke le hemû layekî urûpaCih bên. zor kes leber wîza des nekewtin; nehatin. le swêdCihewe çendêk hatin û le ełmanCih û şwênî tirîşewe hatbûn. le kobûnewekanda şirketim dekird. řojî dwayî gutyan biřyar wa buwe «duktur ’îsmet şerîf wanlîKes» ře’îsî celse bê, nexoşe û natwanê bê. ke wa bê ba «hejar» em řyasetî celseye we’ode bigrê û qisey xelas bûnî kobûnewe ew bîkat. le celesey taynda min zor be řaşkawî têrim gile û gazin le kurd kird ke babe ew hemû ḧîzb ḧîzbe çîye hetane? êmey kurd le hemû lawe ber pelamar dirawîn ke xerîkin tuxim û tomman bibřinewe û be derdî sûrpêstekanî emrîka biçîn. ew hemû ḧîzbe ke hemûşî dijî yektire bo çîye? caran demangut şêx û aẍa lê nageřên azad bîn, êsta ḧîzbekan le şêx û aẍa xiraptirin û zortirîşin! wek xełkî quřeberazman lê hatuwe: be dwazde aẍa ře’yetêkyan hebû! wexte nawî ḧîzbekan le hemû kurd zyatir bê. babe pyawî çak bin! ême bêkes û řût le deştêk leber baran û befir mawîn, carê ba penayek dirust keyn serma nemanba, ewsa le ser řengkirdnekey, sûr bê ya şîn û zerd bê, şeř dekeyn... xulase zorim hemû layek şêla.
le layen řojnamey «kurdistan pirêsNava taybet» û ferhad şakelîKesşewe çend wituwêjêkim degeł kira. herçend îdrîs sipardibûy ke pîrot le xercîda yarîdem bida, bełam ewî řast bê eger duktur «’ezîzî feyzinejadKes» le ełmanewe yarmetîy nedabam, lam waye řezîl debûm. xwa cezay bexêrî bidatewe.
kak ḧemey ’ezîzîş hat çend řojêk mîwanman bû. be dîdarî zor şad û şukur bûmewe.
lew sefereda penca řojim pê çû. le çend małêk le parîs de’wet kirayn: małî «nazye xanimKes» (xuşkî kendał), «nazê xanmî şaf’îKes» û «kemałî dawdîKes». çend carêkîş nanman le met’emêkî kurdî kirmancî xward; ke aşpezeke jinêkî mehabadîy bû.