enistîtoy kurd le parîs

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1309 Dîtin

le sałî 1986da tewaw nexoş kewtim. kewte bîrim ke bo çî ta mawim karêk degeł mem û zînî xanî nekem? çwar nusxey lêk cyay çapîm hebû ke «ḧemze» sałî 1919 le estembûl û «sîda řudînko» sałî 1962 le linîngirad û «buz’erselan» sałî 1968 le estembûl be latîn û «mam gîw» le hewlêr çapî kirdibû le ber yekim řagirtin. nusxeyekî řastim lê nûsînewe û xeyałim kird ke degeł mem û zîne terceme mukiryanîyekey xomda le çapyan bidem. bełam ta êsta bom nelwawe. ba bizanîn çon debê. ke wa bû lêreda bê cêy nazanim hemû nûsrawekanim- çap kiraw û çap nekiraw- ewî ta sałî 1987 nûsîwmin botî binûsim:

1- «ałekok»: komełe şî’rêkî zemanî «komełey jê-kaf», le tewrêz sałî 1945 le layen «řewabîtî ferhengîy êran û şorewî» le tewrêz çap kirawe û be azerî û ermenî û hêndêkî be řûsîş terceme kirawe.

2- «beytî seremeř û lasayîy seg û mangeşew»: komełe şî’rêkî hezar beytîye. le «şam» be qaçaẍ çap kirawe.

3- «mem û zînî xanî» be mukiryanî: sałî 1960 le beẍda çap kirawe û sałî 1357y hetawî (1979y zayînî) ofsêt kirawetewe.

çwar namîlkey «duktur ’elî şerî’etî», le farsîyewe kirdûme kurdî û le taran çap kirawin:

4- «yek le penay xał û sîfrî bêbřanewe».

5- «arê bira, wa řabra».

6- ’îrfan, beramberî, azadî».

7- daye! bawe, kê xirawe?».

8- «tarîxî silêmanî»: le ’erebyewe bo farsî. çap nekirawe.

9- «řewabîtî ferhengî êran û mîsir»: le ’erebîyewe bo farsî. çap nekirawe.

10- «hozî lebîr kirawî gawan»: le ’erebîyewe bo kurdî. sałî 1973 le beẍda leser erkî kořî zanyarî çap kirawe.

«şerefname» be kurdî: kořî zanyarî sałî 1973 biławî kirdotewe.

12- «dîwanî melay cizîrî» be şerḧewe: sałî 1361y hetawî (1982y zayînî) le taran le çapxaney sirûş çap kirawe.

13- «ferhengî farsî be kurdî». çap nekirawe.

14- «ferhengî kurdî be kurdî». çap nekirawe.

15- «tarîxî erdełan»: le farsîyewe bo kurdî. çap nekirawe.

16- «asaralbilad û axbarali’bad»: le ’erebîyewe be farsî. çap nekirawe.

17- namîlkeyek be nawî «pênc engust debne yek mist»: le farsîyewe bo kurdî, bo minałane. dû car: 1359 û 1362y hetawî (1980 û 1983y zayînî) le taran, le «mekoy řahênanî hoş û bîrî minał û řołan» çap kirawe.

18- «çwarênekanî ’umer xeyyam be kurdî»: le şořş çap kirawe û le êran be dizîy minewe çwar car çap kirawetewe!

19- «hejar bo kurdistan»: dîwanî şî’re. le ’êraq dû car çap kirawe û le êran tecdîd kirawetewe.

20- «qanun dir tib»: (tercemey le ebû’elî sînawe be farsî), cizmî yekem, ke ta êsta sê car çap kirawe.

21- «qanun dir tib»: (tercemey le ebû’elî sînawe be farsî), cizmî dûhem, ke dû car çap kirawe.

22- cizmî sêhem.

23- cizmî çwarem.

24- cizmî pêncem le «qanun dir tib» ke hêşta çap nekirawin.

25- «mem û zînî xanî»: ’esłekey be manakirdinewey wişe giranekan û îstilaḧe muşkîlekanyewe le nusxeyekî dirustida.

cige le maneş zorim meqalat û şî’ir le zor řojname û govaranda çap kirawin û nazanim le kwên. ke lewane dekirê biłêm le řoznamekanî: «xebat», «kurdistan»y zemanî qazî, «kurdistan»y biray «xebat», mecelley «hełałe», govarî «rûnahî» le beẍda, «hêwî», řoznamey ’umer celal ke wa bizanim «çiray kurd» bû, «kumse muliskî piravda», govarî «lîtîratur î jîzin», ke be nawêkî tir çap kira. «řêgey gel», «nûserî kurd» û zorî tirîş ke êsta lebîrim nemawin. le sirweşda çend meqalêkim heye, le pêşengîşda her weha. her wek wituwêjêkîşim degeł «pêşeng» heye û çap kirawe.