guftugo lenêwan dewłet û ḧîzbekanî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  808 Dîtin

le paş serkewtinî înqîlab, kurdekanî êran seryan hełêna û daway azadî û xudmuxtarîyan dekird. le mehabad padganî dewłet řût kira, çek û sîlaḧ des kurdan kewt. ḧîzbî dêmukiratî kurdistanî êran be serokayetîy qasmilû damezra. be pena ewanîşewe dembîstewe pitir le 25 ḧîzb le şarî mehabad hebû ke her yekey sebexo fikirêkî lêk cyay dekirdewe û dijî yektir bûn. bîstimewe ke mela kerîm şarîkendî tiror kirawe. degeł dewłet kewtine wituwêj. qasmilû degeł çend kesêk hatne taran ke mela şêx ’îzzedînîşyan degeł bû. řojêk degeł ew desteye - cige le şêx ’îzzedîn - le małêk neharman xward. qasmilû gutî: to yarmetîy ême dedey?

gutim: pûłim nîye; bełam kitêbekanim çap bikenewe; çî lê peyda bû bo xotan.

ḧemedemîn sîracî gutî: bew şertey nawî barzanî le nûsrawekanit fiřê dey başe!

- ca eger nawî barzanî de nûsrawekanmida nebê, çîm demênê? kak sîracî peşîmanim; natandemê. bełam bo xom çapyan her dekemewe. wek basim kird çapîşim kirdinewe û karîşim nekewte sîracî û mîracî.

her lew řojaneda be qasmilûm gut: min be lamewe seyre êwe ḧîzbêktan heye! nazanim çon řeḧîmî qazî ke êwe le min çaktirî denasin, fewzyey qazî her çunke kiçî qazî miḧemmede, newîdî mu’înî her çunke biray fayqe, ẍenî bilûrî ke 24 sał leser tûde gîrawe û taze beřełda kirawe, le xotan ko kirdotewe?! belamewe seyre... dey edî yûsfî řîzwanî ke êwe le min baştirî denasin çon bote hewałtan? zortirî ew pirsane bê cwab manewe...

ḧîzb le mehabad karubarî girte dest. giftugo lenêwan dewłet û ḧîzb damezra. beyanêkî heşt madeyî dira be dewłet ke yekyan dełê: «debê ew kurde penabere ’êraqîyane hemûyan le êran derbikirên». nameyekim bo qasmilû nûsî:

bira debwaye hemû pêşnyarekantan be dewłet wa bûyaye ke heta sedan sałîş her behrey bo kurd bidaye. nûsîwte penaberan derken. fikirtan lê kirdotewe pitir le bîst hezar mał kurdî penahnidey ’êraqî heye û le êranda biław kirawin? ewa girîman dewłet bo diłxoşîy êwe gutî deryan dekem. çonyan derdeka? xo ew hemuwe xełke be teyare nanêrête urûpa. le urûpa kam dewłet weryan degrê? çendî mixarc têdeçê? tenya řêgey eweye le sinûryan ka bew dîwda û le tirsî sedam le ser sinûr bimênin. ewsa dujminayetîy êwe biken û hîç nebê de hezar pyawî şeřker le xotan deharûjênin. be derkirdinî ewan řuknêk le basî mafî kurd lenaw deçê. belamewe em kare, karî syasetmedarî ’aqił nîye...

goya qasmilû gutbûy: řast deka! bełam xetay selaḧî muhtedî û şêx ’îzzeddîn buwe ew kareyan be serda sepandûyn...

êran hêrşî birde ser mehabad û seqiz û sine û gelêk şeř û kuştar řûyda. ḧîzb le şaran derkewtin û dayane çya. wirde wirde hełqirçan ta be ser ḧîzbî dêmukirat û komełeda saẍ bowe. ew dwaneş milyan le yektir kuştin na ke êstaş lem seretay sałî 1987da her şeřyane!