hêrşî dewłet bo ser şare kurdekan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  945 Dîtin

şewêk kesanêkî bedfeř çûbûn cenazey mela mistefayan le şino le qebir derênabû; fiřêyan dabû. em îhanet be muqeddesatî milyonha kurde, zor karêkî nalebar bû. dêmukiratî têda mutehem kira. řadyo dêmukiratîş ḧaşayekî nekird û basîşî nekird. min ke demdît wezi’ zor naske û dembîstewe lagranî barzanî deyanewê tołe bikenewe, çend nameyekim bo kak mes’ûd - ke serokî ḧîzbî partî dîmukiratî ’êraqe - nûsî, bem manaye:

«min be dił lam waye kurd karî hênde bedfeřane naka. mêjû nîşanî nedawe carêk le caran kurd kelakî dujminî derênabê; bełam ’ecem zoryan wa kirduwe. lam waye em kare, karî ḧesenî bê ke melayekî şellatîye û le wirmê hemekareye. tikaye to ḧewselet hebê û em şeře ke dujmin nawyetewe berbest bike. ba dîsan lem layeşewe tûşî birakujîy nebin...»