serhełdanî kurdî êran
nizîkey mangêk bû ke înqîlab serkewtibû. daxî daxanim, barzanî - ke zor lemêj bû nexoş bû - le emrîka wefatî kird (1979/3/1) û cenazeyan hênayewe. cenazekeyan birde şino. be sedan hezar kurdî dax le dił, le naştinîda beşdar bûn, minîş lewê şî’rêkim xwêndewe.
zor kes le mehabadewe be nawî xoyan hatbûne şino, ke yekyan «mela kerîm şarîkendî»» bû. ewîş witarêkî xwêndewe. zor le şa’îran û nûseranî tirîş şînyan bo barzanî kirdibû, bełam le layen ḧîzbekanî kurdî emdîwewe kes nehatbû.
em řûdawe diłtezêney mergî barzanî bo min le hemû kes pitir mayey ẍemxorî û tazyetbarî bû. beřastî bawkî here diłsozim sêberî le serim laçû. barzanî bo min hemû kesukarêk bû. lew řojewe ke le řûsyawe hatewe ’êraq û minî dîtewe, saye û mayem bo peyda bû. ewaney ke hemû hunerî minyan be kayek nedewîst, le sayey xoşewîstîy barzanîyewe, zor řêzyan lê denam. wata wek le zor yadbûdekanîda gutûme: min her hîçkare nebûm û eger ew bałî be ser nekêşabam, hergîz kesêkî nûserî kurd be nawî hejar le arada nedebû. xwa cezay bexêrî bidatewe. le paş nemanî ewîş kuřekanî ew: «îdrîs» û «mes’ûd» her be wefadarî bo bawkyan, zoryan ḧurmet girtûm. parey le çap danewey «hejar bo kurdistan» ewan dayan; le çap kirdinewey «şerefname» zoryan yarîde kirdim. her têgîrawyekim hebê, ew dû kuře be hawar û bangimewe dên.