pêdaçûneweyêkî jyannamekem
Li pirtûka:
            Çêştî Micêwr
        Berhema:
                Hejar (1921-1991)
        
             1 Xulek
             1450 Dîtin
        
        
    kurdî êranî zor zimanyan xoşe. bełam bedaxewe kem waye ziman û diłyan yektir bigrêtewe! be ziman zor dostî nizîkin û be kirdewe zor bêganen. zor kesim lewane bûne dost û zor kemyan diłmyan pê xoşe. le naw ewaneda ke zor weber diłim kewtûn: «eḧmedî qazî» nûsere kurdeke, «ḧesen îsḧaqî» kone pêşmerge û birazay eḧmed tewfîq; zorîş bewe şanazî dekem ke le nizîkewe «miḧemmedî qazî»m nasîwe ke farsînûse û gewretrîn mutercîmî êrane û zor meşhûre. le exlaqî zor xoşim hatuwe; bełam hamuşoman keme.
***