sê dostim le êran

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  900 Dîtin

le ’êraq be hezaran aşnam becê hêştûn; bełam kak miḧemmed mewlûd (mem) û tahîr tewfîq û kak ’ebdulxalqim hemîşe le bîre û arezû dekem dûbare byanbînmewe. herga dehatme hewlêr, mîwanî mem debûm û gurcê tahîr tewfîqim peyda dekird û degełya řamandebward. «tahîr» be naw goranîbêje; bełam nabê wek hîç goranîbêjêk ḧîsab bikirê. zor pyawêkî merd û řend û şerim bexoye û ewî leber çawî nebê małî dinyaye. lewpeřî serbiłindîda dejî û herçî carêkî dîwe, xoşî dewê û qet le diłî dernaçê.

wextê ke «’ebdulwehab utruşî» estandarî hewlêr bû, le nawpirdan dîtmî. gutî: kak hejar! estandar le mełbendî estanda padşaye. to min be pyaw nazanî; dêyte hewlêr nayey serim bidey; bełam legeł lotîyekî wek tahîr tewfîq degeřêy. gutim: kake! padşayetît le xot mibarek. min hewałetîy tahîr be textî padşayetî nadem. çunke xoy le min be ziltir nazanê, deşzanê qisey xoş bika û dengîşî xoşe...