mela ḧusênî maryûnsî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  770 Dîtin

wa bizanim ta êre be ẍarêk û be pele, jyannameyekî xom têgeyandî ke eger bewrdî lêy wird byewe, bo xot detwanî pantirî lê biřwanî û bizanî çonim jyan dořanduwe...

emanem le sałî 1983z (1362 k)da nûsîwin. wa êsta ke seretay sałî 1987y mîladî (1365koçî)ye, serî jyannamekem dedemewe:

min ke le îdarey «pejûhşî êran zemîn» bûm, şa hełat û mela ḧukmyan kewte dest, le çend cêyek îşarem bew aługoře kirduwe. ke înqîlabî îslamî serî girt, kes neydezanî karî êran be kwê dega. hemû kes be humêd bû ke dinya zor le pêşû xoştir bê. ciḧêłan le hemû geřekan şewane kêşkyan dekêşa û ta řoj nedehatnewe mał. şewêk maşênêk leber derkî melayekî kurd be nawî mela ḧusên dabezîbû. gutyan mela ḧusên řenge farsîy nezanê, to biço bełkû tercimanî bikey. be fizûlî çûme jûr. ayetułła dizfûlî nawêk, ciḧêł û be řîş û peşim lewê bû. ’erebîy dezanî û kar be tercimanî min nebû. lenaw qisanda le mela ḧusên maryûnsî pirsî: ḧałit çone? gutî: zor xirapîn. gutî: em înqîlabe her boye kirawe ême tebeqey řûḧanî xoşî řabwêrîn... diłim lew qise tirsa.