şerḧî dîwanî cizîrî û mêjûy erdełan bo řadyo kurdî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  807 Dîtin

ce’feryan gutî ḧez dekem wişey farsî ke bûnete ’erebî ko keyewe û her kitêbêkit bwê tehyey dekem û be dû řoj bot dênin. le beşî kurdî çûbûne lay ke hejar ba karî bernamey kurdî bika. gutbûy eger xoy ḧez neka nabê kes naçarî bika.

«duktur miḧemmedsidîq muftîzade» - ke berpirsî bernamey kurdî bû - zorim le dewrda hat ke hawkarîy bikem. pêm gut: bira! be arezûy xom karî xom hełnebjêrim, naykem. neçî înqilabî sipî û temedunî řeşim bideyey! melay cizîrî şerḧ dekem û tarîxî erełanîş; îtir çîtir... emcare be bername bû; her bernamey çwarsed timen, nizîkey pênc hezar timen mangane dekewt.

xwahîşim kird «xalîdaẍay ḧîsamî» wek min bername binûsê, qibûł kira. bełam zor zû ’erîzey dabû be ce’feryan ke debê minîş wek hejar ḧîsab ken û be qed ewm bidenê. ce’feryan nûsîbûy her řay megirin!

baweř dekey yan na, keyfî xote! mawey nizîk çwar sał, ke le řadyoy zemanî şada nûsîwmewe, yekcarîş nawî «e’laḧezret aryamîhir»m beser qełemda nehatuwe. hemîşe xom lê dizîwetewe...

katê «qanûn» le çap dira, cîranêkî sawakî zor nazk û muḧteremim hebû -tacdarî - ke be ser karî bêganekan řadegeyşit. gutî: le piştî binûse «dyarî bo şehbanû». wa dekem cayzey kitêbî sałit bidenê. gutim: min kabrayekî kurdî derbederî kes nenas, řêm nakewê bo şabanû dyarîy binêrim! xom leweş dizyewe.

le řastî la nedem: ce’feryan bo mela cemîl û min zor baş bû; xwa cezay xêrî bidatewe. «qutbî» ke mudîr ’amîl bû çûbuwe kirmaşan û kurdistan, qewlî dabû karxaneyekî emrazî mosîqay kurdî damezrênin. nameyekim bo ce’feryan nûsî le 15 řûpeředa. puxtekey eme bû:

«êwe ke ziman lûsan pêtan dełên kurd şa peristin û nîştimanî êranyan xoş ewê, firîwtan xwarduwe. hemû kurdêk řiqî zorî le êran û êranîye...» be dûr û dirêjî zułmî dewłetanî le sefewîřa ta emřom nûsîbû ke: «êstaş ’umer naw le taran xoy naw denê emîr, babekir debête baqir... le řadyo ême kurdî dełêyn, bełam kitêbe kurdîyekan le ’êraqewe be qaçaẍî warîd dekirên û eger sawak byangirê waweylaye! zor şerme bo dewłetê ke dełê kurdîş le xomanin, řêgey çap kirdinî kurdî neda û ’ereb řêge biden! eger qutbî pûłî zuřna û dinbegî daba be çapxaneyek û bimangutaye kê kitêbî be kurdî heye, yan boy çap dekeyn û be eqsat mixarîcî çapekey bidatewe, yan lêy dekřîn û çapî dekeyn, sawakîş timaşay kirdiba, eger dijî syasetî şay têda ba, lêy fiřê bida, hem kurd lêtan řazî debû, hem pêwîst nedebû be dizîyewe kurdî çapkiraw le ’êraqewe warîd keyn û le tirsî sawak weyşêrîn...».

ce’feryan ew ’erîze dûr û dirêje û pazde řûpeřey dabû be qutbî. qutbî mela cemîl û minî bang kirde małe xoy. qewlî da ke em kare bika û çapxaneyek terxan bika bo kurdî çap kirdin. bełam mewda nema ta bizanîn deyka yan na... heray dijî şa qewma. ce’feryan î’dam kira. qutbî hełat. le řojanî axirda bû; ce’feryan le małe xoy bû. gutbûyan carê le kar dûr bê. degeł mela cemîl çûyne lay. «suleymanî» - ke mudîrî «birun merzî» bû - lewê bû. be tenya pêy gutim: ce’feryan taze tercemey qanûnî dîwe. pêş hatinit be minî gut zor bedaxewem ke qedrî hejarim nezanîwe. ew karey ew kirdûye le dest kes naye. eger lewe bewlawe biçmewe ser kar, debê wek lazme qedrî bizanim...

bibuwe tezahurat û her kese «mirg bir شاە» (şa bimrê) bibuwe binêşte xoşkey zarî. xanmî mes’ûlî «pejûhşî êran zemîn» bangî kirdime jûrekey xoy:

- hejar! dełên to le şeřî çirîkî şarezay. eger şa neřwa to debê bibye serdesteman bo şeřî çirîkî.

gutim: xanim fereḧbexiş! du’a le xuda bike peşîman nebîwe. ême le ’êraq awaman kird û peşîman bûynewe û zorîşman cizyay karî xoman dît...

ew řoje be qełsî cwabî damewe; bełam le hewełîn de kes ke deryankird û gutyan taẍûtîye, yekyan ew xanme bû! řojêk hat gutî bełê peşîmaneke minim û tazeş hîçim bełam nakirê.

min ke qanûnim terceme kird û çap kira, ber le çap derçûnî, «duktur ferehweşî» le întîşarat nema. «duktur ’îrfanî» nawêkî turkî azerbaycanî hate cêgey ke paknûsî qanûnekey kirdibû; yek beş le dû beşî ḧeqî talîfî diraboye. lam waye lewe nanecîbtir kem hebuwe. gêçełî têhałandim: pêşekîyekim nûsîbû, her çunke nawî kurdim birdibû qibûłî nekird. debwaye çil nusxem bidatê, pêy dagirtibû ke pazde nusxe bida. ke duktur ferehweşî gutî debê çil nusxem bidenê, sî û noy damê:

- to peř peř birdûtewe bo ẍełetgîrî, dekate nusxeyek!!

naçar ew nusxem be pûł lê kiřî, gutim: biłê ba bom berne emîrabad.

gutî: aẍa ême maşênman nîye bîdeyn be to. biço taksî bêne!

çawenořî taksî bûm, duktur «seyîd ce’ferî seccadî» hat; bom gêřawe. geřaynewe, be karmendêkî gut, kitêbekanyan bo birdime dûkanêk le emîrabad. le ḧîsabda dîtim «’îrfanî» deyewê şitêkim lê bidzê... her çonêk bû xelasîm hat. ciłdî dûhemîşim terceme kirdibû. paş dû řoj ’îrfanî telefonî kird:

ustad! zor zû ciłdî dûhem bêne ta çapî bikeyn!

gutim: cenab! ta to mawî namewê beqałêkî wek to bibînim. kitêb agir dedem û namewê çap bikirê.

her nemdîtewe ta gutyan be derman xoy kuştuwe.

hera û kuşt û kuştar û tezahurat le taranda perey sand. tenanet řojêk degeł zagrosî kuřim le meydanî bîst û çwarî îsfend kewtîne nêwan teqewe. zor kesim dît leber çawman kujran. xoman xiste dûkanêkewe; kabra derkey daxist ta ehwen bowe û derçûyn.