şa hełat

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  754 Dîtin

şa řay kird; ḧikûmetî melayan damezra. řojêk pyawêkî mil barîk be nawî «fexreddîn enwar» hat ke min ře’îstanim. koy kirdînewe û qisey bo kirdîn: îtir lemew bewla basî êran û êranî nema; debê biłên musułman û hîçî tir... zor fermayşî tirî le dû da. gutim: min têt negeyştûm. ewî min deyzanim, ’erebî pêş îslam tenya kitêbêkyan nebuwe. xwêndewarî be ’eyb ḧîsab kirawe. tacranî mekke bo ḧîsabî defterdarî nûseryan be kirê girtûn ke be xetî suryanî boyan binûsin. ’ereb neyanzanîwe kewş û derpê çîye. le paş fitûḧatî îslam cil deber kirdin û terzî xwardin û jyan le êranîyan fêr bûn. êsta çon detewê basî ebû’elî sîna, řazî û zor lew zanayaney xizmetî zoryan be îslam û ziman û ferhengî ’ereb kirduwe tenya biłêyn musułmanin û newêrîn biłêyn xełkî kwê yan ser be kam nejad bûn?! gutî: na, bew endazeş nałêm!... le paşan le her kesey pirsî karit çîye? debwaye karekey degeł bernamey telefzyon peywendî hebê. ke le minî pirsî, gutim: min lêreda sîfirim! ferheng denûsim; ’erebîm terceme kirduwe; ke hîçyan bo telefzyon nabin. defermûy biřom? gutî: na to her karî xot bike!

beweda bîrim kewtewe ke zeman şa carêk çûyne lay kabrayêk, ke mudîrî beşî dûhemî telefzyon bû. le paş zor tarîf kirdin le xoy, gutî debê karî her kes boye bibê ke bikirête fîlim û nîşan bidrê yan sînaryoy lê dirust bê yan nazanim çî... ke le minî pirsî karit çîye? gutim: melayek we’zî deda, gutî: her kes çawêkî nebê nîwe pyawe; her kes ’îlmî neḧwî nexwêndibê, nîwe pyawe; her kes mele nezanê, nîwe pyawe. kabrayek hełîdaye: lew qerarey to defermûy, min nîwe pyawêk qerz kem taze debme hîç!

řojêkî tir «fexreddîn enwar» hat û hemûy ko kirdînewe. be kizêkewe û le bin lêwan beyanatêkî des pê kird; gutî: ême debê hêndêk kesan le naw xoman hełwejêrîn. debê sedî sed îslamî û beranber be diłî řijîm bimênin. sakekem hełgirt û celsem becê hêşt. dû řoj dwayî ke çûme îdare, le derga wêstabû. gutî: were jûrekey min! giley kird:

- ew řoje min tom le beranber xom dana; zorim qedir girtî. her destim be qise kird becêthêştim. ewe cwan nebû!

- aẍay enwar! têdegeyştim çi defermûy. her gutit hełwejartin, de fîkî xom geyştim. gwê bigre! min kurdim; mehabadîm; babim şaf’îy sunnî bû; bo xom şî’e nîm, sunnîş nîm; nawim ’ebduřřeḧmane; ke qatłî îmam ’elîş ’ebduřřeḧmanî naw buwe. ewanem hemû gunahin le nezerî êweda. nizîkey şêst sał le ’umirim be xořayî çuwe; defermûy biřom?!

- kê dełê biřo? nexêr karî xot bike!