tercemey «qanûn» û çend kitêbêkî tir

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  885 Dîtin

«’elî xanî seyfî qazî» le kerec cîranim bû. řojêk gutî: le koyûneweyekî edîbanda çawim be ce’feryan kewtuwe. gutûme: pyawêkî wa şa’îr û kurd heye. gutî: ḧez dekem bîbînim. degełya çûm. be nîşaneyekî ke dirabû be ’elî xan, geyştime ce’feryan. her le řêwe be ’arebî qisey degeł kirdim. ’erebî be lehcey lubnanî zor baş dezanî. zor şarezay wiłatî ’ereban bû. basî zor le şa’îran û nûseranî ’erebî lê pirsîm. ’erîze bore bê nawekem daye; gutim: aẍay ce’feryan! ’ereb dełê pyaw le seryetî be qazancî xoy ḧewl bida; bełam zemane le serî nîye awat pêk bênê. ke ewe şî’rêkî ’erebîye. gutî: ba bizanîn; bełkû emcar cêgey xoy girtibê! derkewtîn. telefonî bo «mîraftabî» kirdibû ke kitêbêkî ’erebî bidenê be farsî tercemey bika. leser bîrî mela cemîl qerar kira tarîxî silêmanî û dewruberî - ke emîn zekî be kurdî nûsîwye û mela cemîl le beẍda kirdûye be ’erebî - le ’erebîyekewe bîkeme farsî. bo yekem car le taran destim le karêk bendibû ke mangê dû hezar timenim bidenê. le xwa be zyad bê. řojêkî dîke mela cemîl gutî: were pêkewe biçîne lay ce’’iferyan; gutûye herdûktan werne lam. carî pêşû ke her be ’erebî dwandimî, pêm wa bû îmtîḧanim deka daxwa řaste ’erebî dezanim. emcar be farsî herdûkmanî dedwand. pirsî ew kabray ew řoje degełit hatbû çi bû?!

gutim: memnûnî ewm ke toy be min nasand...

gutî: zorî lê detirsim; boye her be ’erebî dwandimî neweka şitêkman leser binûsê û guzarş bida!

bo mangî dûhem me’aşekem kira be dûhezar û pênsed timen; bełam dîsan zor kem bû; beşî hîçî nedekird.

řojêk degeł mela cemîl çûyne întîşaratî danişga, lay «duktur ferehweşî». ’erîze taynekem le pêş dana. gutî: bo tecrebe ’erebîyekem bo terceme ke! ba bizanim çone. formeyekyan damê nazanim le kam kone kitêb bû. basî ẍeybetî ebûbekir bû ke gutûye: eger tûře bûm lêm nizîk mebnewe; newek wek pişîle bitanřinim! tercemem kird û bom birdinewe.

gutim: duktur! eger ebûbekir gurpe pişîle bûbê, yan ’elî ask bûbê, faydey bo êran û qazancî bo komełî binyadem çîye?! eger em qise qořanem pê terceme key, be xwa têda nîm!

duktur zor pêkenî, gutî: kuře ewî emey dawe be to xoyşî neyzanîwe çî têdaye! min demewê qanûnî îbin sîna - ke hergîz terceme nekirawe - eger bitwanî bîkeye farsî pûłêkî başt dedeynê.

gutim: min be pûłî talîf karî wa nakem. min demewê le îdareyek dammezrênî. ewsa çon to dełêy ba wa bê.

gutî: şerit bê le mawey şeş mangida le îdare datmezrênim. her êstaş biço «pejûhîşî êranzemîn» xerîkî ferhengî farsî be kurdî be! bew şertey qanûn terceme key.

minêkî ke awbirdey karêk bûm, gutim ’erebî bê detwanim tercemey kem. qanûnî damê û hatmewe małê. ne babim ḧekîm buwe, ne daykim hîçî lê zanîwe... birdimewe û be serkizî gutim:

min le tawî bêkarî wek hunerpîşeyek bûm ke sînaryoy nedîtbê û qibûłî bazî kirdin le řołêkda bika. dew kitêbe nagem. min her legeł kitêbî edebyatî ’erebda ser û karim buwe; lewe serim dernaçê.

gutî: tikaye nahumêd mebe! biço ḧewl bide! eger mangê dû sefḧeş terceme key qibûłme. heftey sê řoj biço îdare xerîkî ferheng be! sê řojîş le mał be qanûnewe xerîk be!

dîsan hatmewe be ser qanunda kurk bûm; ta twanîm le zimanî ebû’elî sîna têbgem. çunke ne wek hîç kitêbêkî ’erebîye û hemûy wek leẍiz pirsînewe waye. milim lê na. zor şewan gwêm le bangî sibeyne debû; min her xerîk bûm. le îdareş be hawkarîy «xanim metewesîl» - ke sineyî û lîsanîs bû - karî ferhengim dekird.

ser le hewweł duktur ferehweşî mangê dû hezar timenî bo qerar kirdim. paş sê mang boy kirdime sê hezar. daway karmend bûnî bo kirdibûm. paş şeş mang taze gutyan ewraqî le îdarey sawak win buwe, le serřa dest pê kirayewe. bo sałî aynde qibûł kiram ke karmendî qerardadî bim. duktur ferehweşî gutî be fewqî lîsansim qibûłî û ḧiqûqim yekcê bû be şeş hezar timen. le řadyo û le pejûheş karim zor baş bû. bîstimewe ke le sabłaẍ ewaney ḧazir nebûn cwabî siławim bidenewe, kewtûne pêwşiwênim! yekêk le řadyoy sabłaẍ gutbûy: hejar her zor lemêje dostî êran û sawakîy buwe; boye êsta mangê ḧewt hezar timen werdegrê! xeberim bo nard ke ḧiqûqim no hezare, lêm kem nekatewe!

seyîd ’ebdułłay kulîcî gutî: dełên to nawit degeł nawî sawakîyane; řaste?

gutim: kake! qise zor dekirên. bot me’lûm debê ke kê řaste. metirse! min xofroş nîm...

le dway tercemey «tarîxî silêmanî», kitêbêkî dîkeyan le řadyo damê be nawî «êran û ’ereb» ke bîkeme farsî. kabrayekî mesîḧî be nawî «selîm wakîm» ke nûsîbûy «endam le komełî tarîxnûsanî dinyada û gewretrîn tarîxî řojhełatnas». nizîkey nîwem terceme kirdibû. nûsîbûy: «îmam řeza degeł me’mûn deçûne beẍda, le nîwe řê le kerbela kujra û êsta qebrekey zyaretgaye!...» carubarêkîş nûsîbûy xelîc hî êrane. le ḧaşye nûsîm: «bedaxewe ew kabraye tarîxzan nebuwe û kiławberdare. eger bîřwanîbaye elmuncîd - ke hawdînî xoy talîfî kirduwe - deyzanî îmam řeza le meşhed mirduwe û kerbelaş le ser řêgey beẍda nîye». ce’feryan gutî: min ewem nezanîbû; bełam dezanim sê milyon timenî lê sandûyn! kitêbêkî dîkem wergirt: «peywendîy ferhengîy êran û mîsir», komełêk le zanayanî zor karamey mîsrî nûsîbûyan. beřastî kitêbêkî çak bû. dabûyan be «şêx emînî neqşibendî» - ke gutbûy ’erebî dezanim - çawî pêda bigêřêtewe. guzarşî lê dabûm ke hejar xirapey hêndêk le meşayxî gutuwe. îtir neyzanîbû min tercemey emînim kirduwe. leweda řûzerdî bo mayewe...

yekêk be nawî «yezdanperist» ke debwaye tercemekanî min bibînê, gutbûy mangê debê sî řûpeřî terceme her bida. bo ce’feryanim nûsî: be sirte bew karmendet tê bigeyene ke terceme - wek şêlim - be kîlo nîye! ta ayetêkî qur’an mana dekem, detwanim de řûpeř dastanî emîr erselan binûsim! her çend mangê pitir le çil řûpeřim bo birduwe.