le taran bedûy karda
«mela cemîl řojbeyanî»- ke basim kird- dostî zor le mêjînem bû; her le beẍda demnasî. le edebyatî ’erebî û kurdî û turkî, zor nûserî çake. le hemedan, ke le celal û cema’etî cwê bibowe û hatbuwe taran, qewlyan pê dabû bîkene mamostay danişga. bełam diroyan degeł kirdibû. le řadyoy «birûn merzî» damezrabû. herçend be mela mistefayan gutbû dijî toye, bełam her xoşim dewîst. «şemseddîn feqê» be nawî «emîr qasmî» le taran wekîlî barzanî bû. carêk hate ḧacî omeran, nameyekim daye bo mela cemîl, du’a û siław û eḧwałpirsî. namerdî kirdibû, be barzanî gutbû hejar êstaş degeł mela cemîl doste. barzanî lêy pirsîm, gutim: bełê namem bo narduwe. min mela cemîlim zor xoş dewê çunke zanayekî gewreye û ferqî degeł melayanî kurd zore ke hîçyan hîç nazanin... dû nusxeş şerefnamem bo nardibû ke yekyanî dabû be danişkedey edebyat. her ke hatmewe taran dîtmewe. zor deçûme menziłekey. řojî cum’an deçûyne derî taran bo seyran. pêkewe çend car çûyne dołî çalûs û weramîn.
qerar dira ke małekem bênme kerec û le barzanî nizîk bim. çûmewe sabłaẍ, degeł çend małe ’êraqîyekî le neẍede û sabłaẍ hatme kerec û le xanûyêkda- ke êstay têdam- damezram.
degeł mela cemîl kewtîne kar peyda kirdin bo min. ’erîzeyekim nûsîbû bebê ewe naw kes biłêm: min ke nawim û şoretim fiłane. ’erebî û farsî û kurdî dezanim. eger karêk hebê deykem... degeł mela le zor dergaman da, kes gûy be kiławman nepêwa! řojêk çûyne îdarey «xanlerî» ke şa’îrî meşhûre mela cemîl gutî: em şî’rî hełoy- ke toş nezimit kirduwe- kirdote kurdî. gutî: ardêsim denê karêkî bo dedozmewe. be xwa ewîş hîçî lê şîn nebû.