le taran bedûy karda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  762 Dîtin

xirap nîye basî řesûłit bo bikem: gutim daykî bira û xuşkekanim sałêk dway mergî babim mêrdî be seyîd ḧemedemîn nawêk kirdewe ke wirde malkêkî tereẍe bû. řesûłî lew seyîde bû. dayk kwêr bû. mêrdekey lêy weřez bû. hênamewe lay xom le bokan. řesûł mindałêkî zor çikołe bû ke becêm hêşt. le sałanî awareyîmda xwêndibûy. řojêk le «hełşo» kabrayek gutî: mu’ellimêk le serdeşt zorî yarîde dawîn. dełê biray hejarim û nawim řesûl qadrîye. xwa şukur řesûł geywetê û bote pyaw... le azerbaycanewe dûr xirabowe û le taran bibuwe mu’ellîm û min ke hatmewe taran, le apartimanêkda dejya û mu’ellîmîy dekird û kirdibûme xanexwêy xom.