meymûn cwan bû, awłeşî lê hat (basêkî sałḧ yûsfî)
dełê «meymûn bo xoy cwan bû, awłeşî lê hat». ke degeł sedam hatmewe, sałḧ yûsfîş le teyarekeda bû ke le kerkûkewe hêlîkopter gořdira û be teyarey dîke hatîn. le firûdgawe degeł ḧerdan tikirîtî swarî maşên bûyn ke bimangeyennewe mał. le řêge ḧerdan pirsî:
- dyare hejar şa’îrêkî benawbange; barzanî zorî tarîf kird.
sałḧ yûsfî gutî: nexêr! min le kurdanda le hemû kes şa’îrtirim û nawbangim yekcar zore!
ca ke bizanî ew feqîre le ’umrîda taqe şî’rêkî be nawî «heware» nûsîwe û ewîş her debê xoy bizanê çon «mî’rêke» seyr namênî!
sałḧ yûsfî - ke hem kirabuwe wezîr muşawir, hem başî dezanî dem leber ’ereban pan katewe û kilkesûte bika - neydekira hênde tenazul bika bête yekyetîyekewe ke xoy ře’îs nebê, îcazey «komełî řoşnibîranî kurdî» le dewłet wergirt û gurcê pazde hezar dînaryan daye. her şyû’îyekî keyfî be ême nehat lew kobûnewe.
ewaney ke le yekyetîy êmeda bûn, komełêk be naw duktur wek ’îzeddîn mistefa», «me’rûf xeznedar» û çend kesêkî tir lew be naw gewre û be nawerok wêranane bûn karubaryan hełdesûřand. herçî nawî exlaq û ferheng û edebe layan nebû. têk hełdeçûn, cinêwî wayan be yektir deda ke le naw şelatîyanîşda zor ’eybe! zor car demgut: bira êwe şerim le leqeb û nawtan biken! êwe be xeyał hełbijardey here zanay em mîlleten ke debê xełkî řemekî çawtan lê bika û lêtan fêrî exlaq û merdayetî bê. keçî êwe ewnde sûkin û ewende abřû beren!.. îtir diłim le hemû ew xwêndeware xawen nawaney ke hîçyan de baranda nebû řeş bibû, awatim be řefîqayetîy gundîye dił sadekanî kurd dexwast ke le řefîqayetîyanda çend asûde bûm.
lem sałeda çûme silêmanî û le kobûnewey edebyanda - ke le kitêbxaney giştî gîra - beşdar bûm witarim xwêndewe.
ba carê basêkî «sałḧ yûsfî» bikem ke bînasî:
xełkî lay zaxo bû. mela bibû; bibuwe partî. zemanî nûrî se’îd gîrabû; carêkî tir le zemanî qasmida gîra. namey ke bo biraym û celal denûsî. her paketekeyan dedît pêdekenîn: bizanîn kabra şête dełê çî?! le kûdetay be’sewe - wek basim kird - serbexo tebrîkî le ḧukmî taze kird; be nawî kurd û kurdistanewe! zor kabrayekî diłsade û eḧmeqoke bû. her bo xatrî dû car gîranekey bû ke dekira be hey’etî giftigugo degeł be’is. wek gutim, paş namekey ke nûsîbûy: «tahîr yeḧya çayî dawmê û swêndî be qur’an bo xwardûm... », dîsan gîrayewe û zorî cezrebe dira. em careş kirabuwe wezîr muşawir û paşan řojnamey «altaxî» (birayetî) hełdesûřand. be qewlî řefîq çalak hemîşe telefon le lay destî řastî û be gwêy çepyewe dena! qet nebû qeytanî telefon be ser kepoy daneye! kuřî xoy le beranberî qisey degeł dekird weydezanî telefone, elo eloy bo degut! xulase meřî pêẍember bû. wek îmam ’usman ke le hemû hunerîda her dełên zor bedîn bû, ewîş her deyangut pyawêkî feqîr û bê’azare, qet neyangut le hîç karêk serî derdeçê.
taze wituwêjî hatnewe beẍda û pêkhatin legeł sedam dekira, le dîlman be barzanîm gut: bîstûme sałḧ yûsfît bo wezîr naw birduwe?
- dey ca çi bû?
gutim: kake! eger min le tereẍe sałḧ yûsfî de řoj le berim bipařayewe, nemdekirde gwêlkewanî dê; çunke laqî bîstanî deşkand!
carêk ḧîsabman kird sî û şeş karî girîngî şořşî le beẍda le esto bû, yek lewane tenzîmî kurdî beẍda bû ke řenge sedhezar mał bibê. řefîq çalak le ber destî ewda bû; mecelley birayetî be kurdî derdexist. mecelle debû syasî bê. dû car dîtim meqalî serekî basî «şêx ferx» bû. çûme serî:
- řefîq ew gûkarîye çîye?
gutî: ẍełetêkim kird le řûpeřêkî birayetîda tozêk basî şêx ferxim nûsî. seyda sałḧ bangî kirdim, gutî: ewe zor xoşe. daykim be řeḧmet bê be mindałî boy gêřawmewe. to wek min dełêm way çap bike! le daxan min hemû car deykeme meqalî serekî!
řefîq gutî: wîstim xom lay xoşewîst kem. dû kartonî gewre hêlkem nardewe małî seyda. hatim xom nîşan da ke teşekkurim bika. dengî nekird.
gutim: axo hêlkekan geyştin?
cwabî nebû.
- seyda min hêlkem bo małewe nard. eger negeyun ta ḧemmałeke hełpêçim.
- zertik nîne?
pirsîm le yekêk: yanî çî?
gutî: dełê zerdêne nebû!
- mamostay beřêz! xo ewane hêlke mirîşk nebûn hêlkey karxane bûn. lewaneye kirêkarî diz zerdêneyan tê nexsitibin!
- ha, řast dibêjî! li ber vê hindê zertik nîne!
debê bizanî ke em eḧmeqe tewawî mawey şořş hemîşe karî zor girîngî be dest buwe. «sebrî botanî» le dayrey mixaberatî nihênîy polîsî ’êraq bû; kes neyzanîbû kurde. exbarî zor başî - ke bo ême bebehre bû - dizîwe û nardûye; kewtûne dest sałḧ yûsfî. bełam mamosta namey sebrî nesûtanduwe û carêk le gîrfanîda gîrawe û sebrî ta ser mirdin azar dirawe û be hezaran narî ’elî lew agirbesaneda berdirawe.
le kin be’syan xirapey şořşyanî degut ke hatuçoy êran deken û min ke ’êraqîm zor xoş dewê hergîz naçim û neçûme êran. maşênî denarde urdun lay kurdî dewłemendî ewê ke ewe î mela mistefaye û matořî lê bigořn. xanûyêkî başî le be’sî sand. le sałî 1974 ke şeř hełgîrsawe, dîsan le şořş zor kare bû. řemezanêk dû hezar dînarî ḧeqî baqlawey berbangî melayan le şořş sand! ke hatîne êran, ew geřawe beẍda û be nawî «’êraqim xoş dewê» le małe xoy danîşt. be’sî - ke de ser kesewe naçin - bombayekyan de naw qutûyêkda be dyarî bo nard û kuştyan. lew sawe bote mamostay payeberzî şehîd le tarîxda...
her çonêk bû be hezar ’ezab û diłtengî, sałim le serokayetîy yekyetîy edîbanda guzerand. lem beyneda dewłet de’wetî bo nardîn ke werin le kongirey edîbanî ’ereb le «îrbîd» lay beser beşdar bin! gutim: min naçim. cêgeyek basî kurd û edîbanî kurdî lê nebê, min nazanim tarîfî şî’rî ’ereban bikem û siławet le dîdarî be’is bidem... naçar yekî tir le ême çû. dyare eger betemay yarîdedanêkî parey dewłetîş bûbîn, be yekcarî humêdeke fewta. serî sałî duwem gutyan le hewlêr ko debînewe û hełbijadnî nwê des pê dekeynewe; bełam pûłman nîye. pêncised dînarim le mela mistefa wergirt ke hełbijardinî edîbanî kurd beřêwe biçê. le hewlêr zor be ḧîsab û kîtab kongirem saz kird. deyanewîst hełmibjêrnewe; le witarî pêş demî hełbijardina gutim: sałêkman řabward û ewendeş berhemman bû. bira min nemtiwanî dewłet le xom diłxoş kem. naştiwanim pûłtan bo le sedam bistênim. ḧez dekem sałḧ yûsfî hełbijêrin ke detwanê pûłî zor peyda ka û karî mecelle û mixarictan pêk bênê. îtir xom xelas kird.
bo tozêk nimûney exlaqî hawkarekanim, em çîrokeş naxoş nîye: şewî dway hełbijardinî endamanî tazey dewrey dûhem, degeł kak miḧemmed mewlûd le başgayek danîştibûyn. nardiman le şwên duktur marf xeznedar ke serêkman bida, gutbûy: min herdûkyanim naxoş dewê, nayem! gutim: ’erzî biken penca dînarim le gîrfandaye; herçî bixiwat û bixiwatewe leser min! fewren hat û zor be řûxoşî degełî řabwardîn!
hêşta her ře’îsî yekyetîy edîban bûm ke dewłet qibûłî kird «kořî zanyarîy kurd» dabmezrê; minîşyan destinîşan kird ke bibme endam. çend kobûneweyekî bo kira. «samî» - ke wezîrî karubarî kurdistan bû - ’aşiqî ewe bû ke xawen karnamey dukturay zor tê biçin. min zorim ḧew degeł dan ke kurdîzanî başî bo hełbijêrin; newek ewaney dukturayan le zimane xarîcîyekanda heye. min yekî wek ḧemey mela kerîm û şukur mistefam pê le dukturakanî kurdînezan çaktir bû. dyare qisey ewan le ser bû.