heşt jimare mecelley «nûserî kurd»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  826 Dîtin

ca ke le beẍda daway îmtyazî mecelley kurdîman dekird, dewłet deygut ême îmtyazî set û sêzde neşreman dawe; îtir cêge nemawe! her çî dadman dekird ke set û sêzdey be ’arebî debê çwarî kurdîşî degeł bê! her çonêk bû sandiman. ewîş ne be yarîdedanî dewłet, ne be î’lan. naçar be barbû kokirdinewe çapman kird. ew sałe lam waye twanîman heşt jimare derkeyn. ke wa debû, jimareyekman dekirde hî dû mang.

le zemanî serokayetîm le yekyetîy nûseranî kurdida, «ḧemedemîn menguřî» - ke wextî xoy le «sera» degeł ḧemeřeşîd xan û êsta mamosta bû - le řanye peyda bû.

- fiłan kes! xełkî řanye be ’am û be şwên melada, be dar û berdewe hatne serim; be hezar narî ’elî řizgarim bû; hełatim. dadim bipirse!

- çît lê qewmawe?

- kitêbî «çon çûme mirîx» nûsrawî ’ebdułła begî nahîdim kirdote kurdî û çapim kirduwe. melay řanye - kołewej leser şan - dengî xełkî lê dawim: ew kafre kufrî kirduwe! jin û pyaw le mirîx nîye. werin bîkujin; xezaye! le tirsan xom neqił kirdote «tewêłe».

gutim: kake pîrozbayît lê dekem! mela řesûłî sadqî ke şa’îrêk bû be nawî «edîb», le peswê mamostay kuřanî qerenyaẍa bû. bibuwe mirîdêkî wişkî xeyam û lay wa bû taze mirdû zîndû nabêtewe. le peswê be fîte û berdebaran deryan kird. her çend xoy be řeḧmet çuwe, êstaş zor ommetî heye û be nîmçe pêẍemberêkî dezanin.

her bîna toş bûye şitêkî wa û dełên le ser dînî menguřîye!

şewêk be naw, şewî şî’irman bû. min ke gwaye serokî yekyetîm, xom kêşawe û gwêgrêk bûm. her şa’îr û nûsere, şî’rî yekê tirî hełdesengand. «şêrko bêkes» şî’rîkî minî xwêndewe «le demî nehengida» ke le dîwanekemda çap kirawe, gutî: eme çîroke bo mindał nûsrawe; manaşî têda nîye. bełam řenge mindał ḧezî lê biken! min we cwab nehatim, tenanet se’îd nakamîş ke de pêşda lay xom zorî ew şî’re be lawe pesind bû, pêşî wa bû zor baş çonyetîy emřoy kurdim deber destî be’sîda bas lê kirduwe, dîfa’î lê nekirdim. herçend xom lam wa bû em şî’rem bo mindałî bîst heta newed sałe gutuwe, emma dîsan diłim xoş bû ke şa’îr şêrko û gwêgran be şî’rêkî mindałaneyan zanî...