serokayetîy yekyetîy edîbanî kurd le beẍda
yekyetîy edîbanî kurd le beẍda dademezra ke têkeław le edîbanî şyû’î û partî û bêlayen bû. le hełbijardina minyan bo serok kandîd kird. bo întîxabat debû be řesmî û le ber çawedêrîy ḧikûmet (wezaretî řoşnibîrî) dabê. sałonî «xuld» dyarî kira ke lewê întîxabat bikirê. debwaye le ḧîzbî xoman çend wezîr û midîr kul û pyawî gewreman lewê bin; lew meclîse girîngeda şîrket biken. damannabû ke qisey ḧîzb, qisey řojnamey xebat, qisey pyawanî wekîlî barzanî bixiwêndirêtewe; bełam zor bedaxewe zorim xo mandû kird, kesyan beřastî amade nebûn. dû kes le layen ḧîzbewe hatin; bełam le ser nûsînî şitêk be ’arebî neyantiwanî dirustî ken; xoyan dizyewe! mudîrî řojname û çendêk le wezîr û pyawe gewrekan gutyan le sefaretî kûba de’wet kirawîn. widkay ewêyan pê baştir bû...
le katî hełbijardina, şyû’î milyan le gêreşêwênî na û kemî mabû bibête şeř. bo yekem car le tarîxî beẍdada, le wextî ře’î xwêndineweda çiraman le ser kujrawe. ḧakim le ber layt ře’îyekanî cwê dekirdewe!... min ber lewe dest bikirê be ře’î wergirtin, witarêkim xwêndewe ke ewe hîç basî çakey be’sim nekird. ewende tundutîj bû ke zor kes layan wa bû degîrêm. basî ewem kird ke ew ḧeqey qerare werîgrîn sed yekî xwênî ew şehîdaneş nîye ke le řêgey azadîy kurdistan dirawe; bełam be humêdim ke pyaw ’aqłanî ’ereb ew şerte berne ser û çîdî tûşî bira kuştin nebînewe. witarekem de deqîqeyek tûlî kêşa. her xoşim xom kirde wekîlî barzanî û ḧîzb û le batî ewan tebrîkim le kobûnewe kird. be zorbey ře’î, min be serok hełbijêram.
zor lew edîbane her ewende kartî endametyan wergirt, îtir çawman pê nekewtinewe.
ewendeyan bes bû şanazî biken ke endamî yekyetîy serkewtinin!
bo cêge û řêge û esasye û pêdawîstîy yekyetî, kewtîne barbû ko kirdinewe le dewłemendanî kurdî beẍda. xoman teyar kird û destiman be kar kird. zorman zeḧmet kêşa ta îmtyazî mecelleyekman be nawî «nûserî kurd» wergirt. bo çî zeḧmetman kêşa?
katê be’sî û betaybetî sedam xoy hate kurdistan, qewlî da be barzanî û mektebî syasî û seranî şořş ke herçî êwe be awatin gîrtan kewê, min zor pitirtan dedemê. çîtan dewê biłên ta pêkî bênim û zyatrîş. kobûnewey zor kira ke çî le dewłet bixiwazîn? le bîrme min le yek kobûneweda beşdar kiram, ke xawen karekanî şořş cige le mela mistefa, hemûyan ḧazir bûn. basî karubarî çapemenî û ferhengî kira, ke wa řojnameman le beẍda be azadî derdeçê. min gutim:
birayan! kabra dełê her çî detanewê biłên! mîlletî kurd zor dûre ferhenge. betaybetî le xwêndewaranîşîda kemyan kurdî dezanin bixiwênnewe û binûsin. binaẍey bûn û zîndûyetî her mîlletêkîş be ferheng û geşekirdinî edebyat û zimanekeyewe bende. řadyo damexen! caran ke cênutan pê be ’ereb û be’is deda, êsta - ta pyawî çakin - tarîfyan dekeyn û edebyatî xoşmanî le ser biław dekeynewe. sedam dełê řadyoy gewretan be xercî zore bo hewlêr dekemewe. herga řadyoy wa le hewlêr amade kira, êmeş deçîn leser ewê qise dekeyn; ewsa ewey xotan ’eził ken. dawa biken ke estandarî kurd le şare kurdekanda bitwanê îmtazî mecelley be kurdî û řojnamey be kurdî bida; dijî syasetî dewłetî be’sî têda nenûsrê. xełk fêre kurdî biken û ba le ziman û edebyatî xoyanda şareza bin. dawa biken ke hîç nebê nîwey řojname û govarî ’erebî, êmeş řojname û govarman - le beẍda û şaran - hebê; yanî beşêk be dû beş...
zor leser em qisane řoyştim; bełam pêm seyr bû ke zoryan tûře bûn û gutyan qet eweman bo naken.
- kake êwe dawa biken, ba ewan biłên naykeyn.
- na kak hejar! zorman kar heye ke bew şite bêmanayane le destiman deçê!...