biřyarî xudmuxtarî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  761 Dîtin

řojêk le çoman mela mistefa degeł îdrîsî kuřî le medreseyekî em berey çom danîştibûn; bangyan kirdim. gutî: her wa xełke û le beẍda û şaran dademezrên; demanewê toş karêkit be diłî xot bo peyda bê. gutim: min çend sałe zor be azadî jyawim; gileyîm le jyan nîye. ḧez dekem her degeł êwe le çyawçoł bim. gutyan: na, debê biçî û kak samî bibînî. řamisparduwe karêkit bo bika ke be diłî xot bê.

hatmewe beẍda. řojêk be maşênî kak samî deçûmewe małê, le řêge gutî: min ḧewlim bo to dawe; bełam be’sîy natnasin. pêwîste karêkî wa bikey wek şa’îrêkî muḧterem - meselen wek cewahîrî - bitnasin! her be pele, beyanîy ew řoje hatmewe şořş. le nawpirdan çûme lay mela mistefa:

- kake neqił eweye... ew hemû sałe derd û derbederîm her boye buwe dujminanî kurdistan nemnasin û neyannasim. qisey samî manay eweye be çend qesîdeyek tarîfî be’is bikem ta karêkim bidenê! toş lay xot řamnegrî lebeẍda deçmewe ’ekasî kirdin.

sedam be teyarey hîlîkopter hat. le ḧacî omeran dîsan yektiryan degeł barzanî dît. acudanekey (sebaḧ mîrza)m dîtewe ke beçke sineyîyek û be’sîyekî tundutîj û acudanî sedam bû. wextî xoy le îdarey mebanî ’am pêkewe karmendî qerardadî bûyn û êsta bibuwe efserî sê estêre. yektirman nasyewe. sibey ke sedam řoyştewe, minîş degełî de teyareda swar bûm. degeł sebaḧ qiseman dekird, boy gêřamewe ke le mêjewe şunas û dost bûyn. be řûy xoşewe dwandimî û gutî: le ser fermayştî barzanî ême mangî sed dînarit baznişesteyî bo debřînewe û xoşt her karêk dekey azadî. sebaḧîş - eger wîstit - yarmetît deda. îtir hatmewe beẍda; ḧiqûqî baznişestegî bê şerit û şirûtî «nasîn» - be giftî kak samî - biřayewe.