çarenûsî eḧmed tewfîq û mela seyîd řeşîd

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  1444 Dîtin

řojêk řemezan bû, mam hêmin le hewlêrewe berew bałekayetî dêt. le naw maşênda ciẍareyek dadegîrsênê. herçî de maşênekedan - řannideş degeł - be gijîda dên:

- pîremêrd! pêt leser lêwî qebre! le xuda natirsî û bew řemezanetîye řojû deşkênî?

- bo çî kake êwe pêtan waye min kêm?

- çuzanîn? pîremêrdêkî û beřojû nît.

- kake min felem; bawkî feřanso ḧerîrîm! kuřim ḧakme le gełałe û deçim serî dedem!

- ey, mame debê bimanbexşî! nemanzanî!

hêmin deygut ew car ciẍareyan bo dadegîrsandim û deyandamê; awyan bo dehênam ke newek ḧakmî kuřim bizanê û lêyan tûře bê! feřansiwa neqłekey bîstibowe û bibuwe mayey pêkenîn û êstaş her dełê: «hêmnî bawkim!».

hêşta her le sûreban bûm û nehatbûyne bêxołan, carêk namey eḧmed tewfîqim bo hat ke ew çend sałe dûr le karubarî syasî û dûr le sinûrî êran řaybiwarduwe. êstaş hîç humêdêk nîye ke barzanî řêge bida karêk le dîwî êran bikeyn û her dê û desełatî sawak le serman tunditir debê. emcar lem sinûre dûrdesteş hîç ḧurmetêkman nemawe û be anqest karî wa le wekîlanî şořş debînim ke dyare ḧez le çarem naken. nexoşîşim; pişt êşeme. eger barzanî diłî neřencê demewê biçme xarîc; hem bo midawa, hem bełkû bitwanim karêk bo kurdî êran bikem...

qisekem geyand û zorîşim lagîrî lê kird. barzanîy gutî: mesleḧetî şořşekeman way wîstuwe eḧmed lem nizîkane nebê. min despêrim ke be diłî ew bicûłênewe. eger bişçête xarîc mwafqim û çî dewê boy dekem. paş maweyek le cwabî namekemda, pêşmergeyekî eḧmed hate sûreban û be minî gut: kak eḧmed qerarî dawe ta serî mang birwarî çol ka û biçête beẍdaye. çunke tewaw we gyan hatuwe û pêşmergey ewê be serokayetîy es’ed xoşewî, zorî degeł xirapin û jyanî le tenganedaye. eger dekirê karêk û çarêk biken! be hełedawan xom geyande ḧacî omeran. be pele gutim demewê mela mistefa bibînim. gutyan kesêkî le laye; řaweste!

- řanawestim, her êsta debê bîbînim.

keseke «qale tegeranî» bû ke dembîst dujminî êmeye. dyar bû qisey şêx letîf- ke be fayqî gutbû- řast bû; casûsî sê sere bû. be tenya danîştîn û dûrudrêj basî eḧmedim kird ke ḧeyfe, zor le řêgey kurd û betaybetî şořşî toda zeḧmetî kêşawe; êsta biçête lay dujminanî kurdistan. ta serî mang ḧewt řojî mawe, wa bike diłî bidenewe. ba neřwa. gutî: to direng xeberit zanîwe; eḧmed řoyîwe bo beẍda û le dist derçuwe... tîlgirafêkî bêsîmî nîşan dam ke es’ed boy nardibû. dwayî ke degeł dewłet agirbesman kirdibû, çawenořî ḧukmî zatî bûyn, řojêk le beẍda tûşî eḧmed hatim. birdîme menziłî xoy ke degeł çend hewałêkî êranî û xizmî xoyn tya dejya. têy geyandim ke herçend le şořş řoyştuwe û degeł be’sî bote aşna, bełam hergîz xeyanet be barzanî û kurdistan be diłî ewda řanebirduwe û řaşnabrê... îtir xeberim le eḧmed biřa. le kêw dembîstewe ke degeł destey qasmilû nêwanî xoş nîye şeře dindûkey yektir deken. gutyan le paş kûdetay sernekewtûy «nazim gizar», zor kurdî dostî dewłet kujrawin ke yekyan qale tegeranî buwe, degeł heşta û dû kesî tir; be tometî ewe ke agayan le bizûtnewey nazim gizar buwe û dengyan nekirduwe, ber gulle dirawin. bîstimewe ke eḧmed tewfîq gîrawe. efserêk kurd xeberî damê ke le zîndanî «qisralzihur»e. paş çend carêk ke xeberî girtinî dedamê, gutî birdûyanete zîndanî «abuẍrîb» û agam lê biřawe.

carêk le kêw le derbend bûm. dû pêşmerge lew lay minewe qiseyan dekird. yekyan gutî: min le zîndanî ebûẍerîb bûm. silûlekem degeł silûlêkî dîke kelênêkî hebû. pyawêkî têda ḧebis kirabû, řojane yektirman lew kelênewe dedwand. deygut nêwim eḧmed tewfîqe, xeberim lê dirawe ke degeł kardarî sefaretî emrîka le sefaretî swîs qisem kirduwe û buxtanêke bom hełbestirawe. hemû řoj deyanbirde derê şikenceyan dekird û be kelelayî deyanhênawe naw silûlekey. carêk birdyan û nehatewe. wa dyare kuştûyane...

zor bew xeberane diłim teng bibû; bełam dîtim mes’ûd û îdrîs, kuřanî mela mistefaş bo xeberî nemanî eḧmed zor diłtengin. wam lê me’lûm bû ke le beẍdaşewe ’elaqey degeł merkezî fermandeyî barzanî her nepsandotewe û be xeber bo nardin yarîdey şořşî dawe. be biřway min be’sî hestyan bewe kirduwe û behaneyekî dîkeyan bo taşîwe û le nawyan birduwe. îtir xwa deyzanê... her çîyek bê, min biraderêkî zor xoşewîst û zor aza û bekarim le dest derçû...

yek lewaney ke degeł eḧmed çûbûne beẍda «mela seyîd řeşîd» bû ke xełkî bûbektanî lay seqiz bû. pyawêkî zor pak û kurdî çak û zorîş be dest û tifengî xoy aza bû. le beẍda le çînî dûhemî xanuwekey min dejya. de pêşdaş her demnasî; le sunê û zor şwênî tir dîtbûm. le şeřêk ke degeł dewłet le «seruçawê» kira, nawbangî azayetî derkird. ew beyne ke pêkewe le małêkda bûyn, hemîşe zor be îḧtiramewe basî eḧmed tewfîqî dekird û be kurdêkî nimûney dezanî. mela seyîd řeşîd paş şikanî şořş hate seqiz; be dartaşî beřê deçû. le înqîlabî îslamîda le dewrî dîwandere degeł kone aẍayan têk gîra û be dwamîn fîşek xoy kuşt.

wek bas kira, be’sî ke bo duwem car ḧukmyan girtewe dest, zorî nebird le mangî 9y 1968řa şeřyan be serda sepandînewe. ew şeře ta seretay sałî 1970 her bedewam bû. yarîdey çek û kelupelman zor le řêgey êranewe bo dehat. dewłet y ’êraq řoj legeł řoj le kizî û keneftî deda. sedam ḧusên î’lanî kird ke xudmuxtarî deda be kurd, xoy hate lay barzanî le nawpirdan. deyangut şa lew pêkhatne zor nařazîye; bełam gwê be qisey ew nedrawe. dest kira be kobûnewe û wituwêj. pêk hatin ke le mawey çwar sałda ḧukmî xudmuxtarî be yekcarî seqamgîr bibê. çwar wezîrman le kabîneda cê kiranewe: nûrî şaweys (wezîrî řêgewban), samî meḧmûd (wezîrî karubarî şîmal), îḧsan şêrzad (wezîrî beledyat), sałḧ yûsfî (wezîrî mişawir û midîrî řojname û çapemenî).