yadêkî «’ebdulxalq» û «fiřansiwa ḧerîrî»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  794 Dîtin

lew çend sałey pêşmergeyîda be hezaran aşna û dostim bo peyda bibû ke be zorbeyan zor diłxoş bûm; bełam betaybetî degeł «’ebdulxalq» û «fiřansiwa ḧerîrî» - ke mu’ellimêkî ḧerîr û mesîḧî bû. lew serdemaneda be ser gełałe řadegeyşit û zor le şořişda muḧterem bû - zyad le xełkî dî ’elaqem degełyan hebû; pitir le hemû birayek be gyan û dił dost bûyn. feřansiwam bo hewweł car le barzan dît û bûyne aşna; le mentîqey bałekîş pêk geyştibûynewe. her karêk min û ’ebdulxalq pêman bwaye, qet le pêkhênanî dirêẍî nedekird. kak ’ebdulxalq le «melay welzê» dû kitêbî fitway şer’î wergirtibû, demanxiwêndewe. tûşî meseleyek bûyn derbarey xwardin le şeri’da, dełê: «eger musłimanêk birsîy bê, hîçî dest nekewê, be şer’ detwanê mesîḧîyek - xoy yan kuř û kiç û jinî - bixiwa!». zor car ’ebdulxalq lîstêkî bałaberzî denard! kak fiřansiwa! mirîşk, goşt, ’ereq, meze, mîwe û çî û çî nenêrî, bîstûme qełewîş bûy, goştit bepêy fitway kitêb ḧełał û zełałe û xot amade ke! le řastîda fiřansiwa zor be derd û mergimanewe bû. herçî le destî hatba le yarîdedanman dirêẍî nedekird.