gwastinewey çapxane bo «bêxołan»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  887 Dîtin

maweyekî tir le sûreban mamewe. ew car çapxaneman gwêztewe bo «bêxołan» ke cengełêk bû le nizîk «çoman». xanûyêkman le nizîk xanûyêkman le nizîk xanûyêkî ke bo karkeranî řadyo kirabû, bo çapxane dirust kird û degeł kak ’ebdulxalq û hewałanî řadyo bûynewe cîran. cêgey dezgay řadyo û cêgey çapxaneş le kêw lêk nizîk kirabûn. karî min emcar bibuwe dûsere: hem bo çapxane hem bo řadyo demnûsî û îdarey binkey çapxaneşim le mil bû.

mam hêmin sardî payîz hatewe lam le çapxane û le jûrêka dejyayn. xanuwekeman çwar jûr û dałanêk bû. dergam bo dałan kird, bû be sałonêk. sopeyekim le sałon dana, hem çêştî leser lê denra, hem jûrekanî germ dekird. le mekteb syasîyewe bîst û şeş wanêt darî sûtemenî bo binkey çapxane û sî û dû wanêt bo binkey řadyo hatbû. ewan heşt sopeyan daysand hêşta dałanyan sard û aşpezxaneyan le derewe bû. nîwey zistan daryan le min qerz dekird; ême beharîş her zorman mabû.

zewî dewrî xanuwekem le xawenekey- ke xełkî gundî «memî xelan» bû; qetîş neçênrabû - be wadey de sał be sî dînar îcare kird û pûłekeman daye. le sere beharewe lêy wexo kewtîn: cogeman bo kêşa; nardim gułî guławyan le xelan hêna; be letî zor wird be dewrî cogeda çandim. zorim darî mîwe lêda, zorim mêwî řez leber derga û lebin dar mazwan çeqand. bêstanî zor çakman be hoy mam ’elî bo hate ber. qet sê sałî pê neçûbû bibuwe beheştêk. kotir û kerwêşkim řagirtibû, her debû seyrî bikey!

hemû řoj teyareman dehatne ser; zor carîş be şew mewdayan nededayn. bełam fêrî bibûyn û lêman bibuwe şitêkî asayî. zor caran degeł kak ’ebdulxalq ke teyare dehat, deçûyne deşt û zebtiman debird, dengî bombaranman zebit dekird.

min le binke nebûm, şewêk hewałanim kabrayekyan le kurdî êranî girtibû ke lew nawe geřabû. hełyanpêçabû, lêyandabû, gutbûy: řastîyekey emeye sawak nardûmî û demançey dawmê, eger mam hejar be dizîyewe bikujim dûsed hezar timenim bidenê...

řojêk degeł xalîdaẍa destiman le cîpêk hełêna ke ta nawpirdanman berê. cîp řawesta û le dwawe swar bûyn. xalîdaẍa be çaw û biro têygeyandim ke me’mûrî sawakin. geyne nawpirdan. gutim řaygire! pêm waye řannide neybîst; her řoyşit. destim xiste ser demançekem, gutim řaygire! řawesta. dabezîn û ew řoyşit. xalîdaẍa gutî: ça bû neyanřifandîn. gutim: her ew car řaynegirtaye demkuşt û gwêm nededa barzanî řazîye yan na.

şewêk le gełałe çûme małî ’ewłaẍa. řeşîdî ḧesenzadey sawakî lewê bû. xełkeke ḧepesan ke neyandewîst ew sawakîye pêm bizanê. gutim: wa dyare ew aẍaye xełkî xanuwe quřekane! be zimanî xełkî silêmanî yanî ḧîze! dembîstewe ke řeşîd le êran zor xirapî bas dekirdim û deygut wetenfiroşe.

şî’rî min qet be keyfî mamostayanî mektebî syasî nedehat. çunke min lam wa nebû ’ereb û kurd biraye û be heway ewanim şî’ir nedenûsî. bełam xełkekey dîke zoryan ḧez lê dekird. naçar bûn ke le kobûnewekanda î’lan biken ke şî’rî hejarîş heye û be anqest deyanxistime dwawe ke deyanzanî xełk be çawenořî şî’rî min biławe naken û ta lêm nebîsin nařon. ewan be syasetî xoyan dekird. min tercumanî naw diłî gele řeşayîyeke bûm.

kak ’ebdulxalq firistindeyekî dirust kirdibû be qed qutuwe sîẍarêkî çikołe; be bizmarêk le jûrî małe xoy dabû. hemîşe şî’rekanî minî- ewî lay mamosta syasîyekan memnû’ û basî dujminayetîy ’ereb û kurd û zułmî ḧikûmetî dekird- lew řadyo çikołewe biław dekirdewe ke řesmen neyandetwanî îradî lê bigirin. eger gileşyan le kak ’ebdulxalq dekird, deygut: řadyoy xome. eger tûřem ken wek dewrêş be swarî kerêk deygêřim û bo xełkî lê dedem.