çapî dîwanekem û çwarînekanî xeyam

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1167 Dîtin

dawam le mekteb kird dîwanî şî’rekanim bo çap ken; cwabyan nedamewe. be barzanîm gut; emrî kird çap bikirê. ewîşim le çapxaney xoman çap kird. wergêřawî xeyamîşim- ke le «sonî» tewaw kirdibû- her lewê be çap geyand. le şeřêkda le deştî hewlêr, caşekanî celal û biraym çwarsed ciłd le dîwanekemyan betałan bird û sûtandyan. ewendey mabû ber nedekewt û zor zû xelas bû. le 1970da bo carî dûhem çapim kirdewe; bew zyadyanewe ke le 1966řa lêm zyad kirdibû. bełam barzanî îcazey neda biławî bikemewe. çunke zorî hicûm bo ’ereb û êran têda bû. le sed nusxeyekî pitir biław nekirayewe.

lem beyneda yek dû car ’ebduřřeḧmanî qasmilû, kerîm ḧîsamî û biraderanî dîkey êranî hatuçoyan dekird û çawyan be barzanî dekewt û çend řojêk xoşman řadebward. hawîn mał û mindałim hatne bêxołan. xêwetêkim lew lay xanuweke hełda. suleyman- ke nawî ’esłîy «babekir» û xełkî «gergul» û çend sałêk bû pêşmergey berdestî min bû- karî bo dekirdîn. gya û gijî dewrî xêwet zerd bibû, gutim: suleyman awî lê nê ba şîn bêtewe û dîmenî xoştir bê. êware hatmewe mał, hera bû. me’sûm gutî: lew aw le deşt nane, suleyman pênc marî kuştuwe. nawêrim lêre bim! gutim: de her ew pênce buwe û ewîş kujrawin. îtir taze mar nema. wamgut û xanî gutî: eweta mar! marêk serî lebin ḧesîrewe derênabû. girtim de şûşeyekim hawîşt û giłim de pał kird û serqapî şûşem bo kun kird ke řaygirim. lepiř marêkî tir le lay suleymanewe serî derêna! suleyman wîstî lasam bikatewe, piřî pêda kird û destî kêşayewe. ke min pêkenîm, ḧîrsî bizût û ewîş girtî û xistimane şûşeyekî tirewe. bełam hîçyan le sê řoj pitir nejyan û le naw şûşeda mirdin.

suleyman zor engêwey çak bû. teyrêk heye le kwêstanan nawî kewderîye; zor le qelemûne mêwe deka; zor le ser heste. hemîşe le naw befranda dejî; kemtir ekewêtewe ber sêrey tifeng. suleyman yekêkî lewane kuştibû. goştêkî zor çewrî hebû. şewêk le ẍuřabî xewda bûyn, teqey tifeng hat; řapeřîn. suleyman pişîle kêwîyekî kuştibû ke hatbuwe zig aşpezxane.

dû beçke kewyan bo le qendîlewe hênabûm. zor zû wek mirîşk fêr bibûn, deçûne deşt bo leweř û êware dehatnewe. gutyan byanxene qefesewe dexwênin. cûte kewêkî řawyan lê peyda bû. ḧacî miḧêdînî bazirganî zînweyî cûtêk qalîçey damê, nemdaye. řojêk suleyman pênc kewî nêrî pê řaw kirdibûn; hemûy xistibûne jûrêkewe. kewe kêwîyekan serî hedûkyanyan le qefes kołîbû; mirdin.

lew dû kewane řojêk yekyan ber bû, daye kêw; boman negîrawe. qefesî hewałekeyan le serban dana. xwêndî, hełatuweke cwabî dawe. qefesekeman birde ew nizîke ke kewe hełatuweke lêy dexwênd. serbexo xoy xizandewe naw qefesekey! dyar bû fêrî jyanî zîndan bibû; be layewe naxoş nedehat.

hêmin didanekanî deskird bûn. deygut: didanim zor mabûn; duktur ebrîşemî le sabłaẍ gutûye şa’îrî wek to beqîmet ḧeyfe didanî xirap bin! kêşawye û didanî bo dirust kirdûm! bełam çon didanêk? hemîşe le gîrfanîda bûn! demî nam xwardin de demî dekirdin û paş nan xwardin bebê şuştin deyxistinewe gîrfanî û le qiseda her piłtey dehat. řojêkî zistan heway aẍayetîy qedîm hełîgirt; degeł suleyman çûne řaw. zor geřabûn kerwêşkyan dest nekewtibû, paş nwêj hatnewe. lepiř hêmin gutî:

- didanim le kêw becê mawin, biřon bom bênnewe!

- kake befir çotewe, ew hemû dinyaye geřawin, çon debînrênewe?

- nexêr her debê suleyman biçê lêyan bigeřê!

- mam hêmin to biłêy le jûrewe becêt nehêştibê?!

- a, a, şêtim?! yałła suleyman to biço kêw! yekîş biçête gełałe, kone deste didanêkim lay ḧacî eḧmed heye bom bênê!

- bełê biçin...

xom çûme jûr, didan lebin senîrda bûn! hênam û heram kird: wernewe! didan dozrayewe!