cyawazyêkî girîng nêwan kurdî xwêndewar û nexwêndewarî ’êraq
Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
1078 Dîtin
gereke eme biłêm ke kurdî ’êraqî (xwêndewarekanyan) zor gwê be exlaqî baş naden. pyawî zor başyan têda hełdekewê; bełam kemêk le naw zorî nalebar û bêbarda. tebeqey sade û kem xwêndewarî kurdî ’êraqî le kurdî hemû şwênekanî tirî kurdistan- ke dîwmin- pyawtir û řastitir û bêfêłtir û sexî û xořagirtirin. pyaw heq biłê, zor le piřayîy kurdî êran necîbtir û bewefa û emegtirin...