dîsan hatnewey be’sîyan û dîsan girmey teyare û qirmey şêstîr û zirmey top û nałey bomba
basî jyanî ew řojaney şînawê, hêmin le pêşekîy şerefnamekeda zor cwanî nûsîwe. çend carêk le şînawê zor pîs bombaran kirayn û be selamet derçûyn; çunke le mangî 9y 1968da ke be’sî hatbûnewe ser kar dîsan şeřyan pê firoştînewe. řojane her girmey teyare û qirmey şêstîr û zirmey topan û nałey bomba bû.
şewêk dewruberî řadyo bombaran kira. min le jûrêkda bûm, qanûsêkim le pêş bû, demnûsî. lawêk le řîzî muhendîsekanî řadyo xoy be jûrda kird. min xoł û giłî serbanim le tewjimî bombawe be serda barîbû, xołekey mêzî nûsînim xawên dekirdewe. gutî: mam hejar! le bomba zor tirsam, be ser sîmî xardarda kewtim birîndar bûm. bîke be xatrî xuda fêrim ke to çon le teyare natirsî?! gutim: kake min her leşim dijî teyareye; wek se’at ke dijî aw têçûne!
mam hêmnim lê dûr kewtewe ke le germa û mêşûle xoy řizgar ka û berew kwêstan çû. minîş leber çend şitêk diłim le řadyo hełqendira û le ser daway xom çûmewe ser çapxane. řefîq çalak- ke le ḧikûmetewe penay pê hênabûyn û karî řadyoy degeł dekirdîn- her xerîkî şeytanî kirdin le ’ebdulxalq buwo. carî wa bû xeberî le min deda ke xaynim. carêk guzarşêkî ke leser min û ’ebdulxalq nûsîbû, řast bo minyan nardibowe. «duktur meḧmûd» le serî nûsîbû «řefîq gû dexwa xirapey êwe dełê!» řefîq namekey xwêndibowe û çespandibûyewe û day be min.
gutim: řefîq! eger ’ebdulxalq nebê to detwanî karî muhendîsîy řadyo beřêwe berî?
- nawełła; ewe bew nebê be kê dekirê?
- eger min nebim, to zor qazanc dekey? qazanceket kameye?
- xwa neka to biřoy. be xwa be kes karî toyan bo nakirê.
- min xirapem degeł kirdûy?
- be ’eksewe, to le gîrfanî xot zorit zerer bo min kêşawe û to nebî her natwanim dû řoj lêre bijîm.
- dey bira ew kaẍezbazîye û şeytanî kirdinit le çîye?
- kak hejar řastit pê biłêm: lew sawe bûme casûsî sîřřî ’êraq wa fêr bûm. eger řojê dû guzarş leser xełk nenûsim şew xewm lê nakewê. xûwe fêrî bûm; bom terk nakirê!