dîdarî mam hêmin paş bîst û sê sał

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1223 Dîtin

beharî 1968 bû, xeberyan damê ke «hêmin» û çend kesêk le lay qeładzewe hatûn û êste le terfî mawetin. her xeberim depirsî û destim pê řanedegeyştin. gutyan hatûne naw deşt û berew «wesan» çûn. degeł pêşmergeyekda kewtime pêwşiwên. le gundî wesan le małe seyîdî xizmim pirsî, gutyan çend lawêk û seyîşdêkî îxtyarî zor pîr şew mîwanman bûn û çûne dołî bałeyyan. le gundî «qełatê» tûşyan bûm. ay lew xoşîye! le paş bîst û sê sał dûrî, mam hêmnîm dîtewe. bełam seyîd řastî dekird bibuwe îxtyar.

ca were çene lêde û basî derdî dûrî bo yektir hełřêje û şukirî xwa bike ke serman geyştewe yek. sibey ew řoje biznêkim kiřî û ew dû cemey tirman pê řabward. dyar bû hewałekanî ke ḧacî şêx ’ewłay kulîce û xalîdî şêx řeḧîmin, dełe dełyane biřonewe. qerarman da ke eger ewan řoyştin yektir bigrînewe û pêkewe bijîn. zorî nebird ke «hêmin» hate şînawê û le jûrekemda textêkî dana û bûynewe hawdemî hemîşeyî.

min hêmnim pê le hemû şa’îranî kurd şa’îrtire; bew şerte bo xoy şî’rî xoy nexwênêtewe! şî’rêkî bo xwêndimewe leser şořşî nûsîbû; lay wa bû baş nîye. lêm wergirt û le ser řadyo xwêndimewe, zoryan pesind kirdibû. tenanet xoy deygut ta to netxiwêndibowe nemdezanî hênde şî’rî çake! ke xeberî hatnî hêmnim be mela mistefa da, zorî pê xoş bû; řayspardim ke ta mumkîne xizmetî bikirê û diłî řabgirin.

jûrekeman sereřay tengî û tarîkî, ewendey mişk hebû şewane xewman lê ḧeram bû. be komeł mişk řembazîyan têda dekird. şewane le paş karîş çira zenbûrîman nedekujandewe ke mişk be řûnakî kemtir dêne der; bełam xirme û řimbey mişk de weda nebû. řojêk min demnûsî, xirtexirtêk le naylonekey bin mîç dehat; lam wa bû baran lêy deda. hêmin gutî: kwa goçaneket? ewe mare bîkuje! marêkî cincîrî dirêj kewtibuwe ser naylonî bin mîç, be ḧał deytiwanî biřwa ke nayloneke lûs bû. gutim: kake ewe bulbulî xome naykujim! mar hat ta xoy le naylon xelas kird û le dîwarekeda nîw mîtrêk le berejûrî cê serim le texteke çuwe kunêkewe. hêmin dełê: bîkuje! dełêm naykujim. gutî: yaxwa emşer pêtewe bida, wek řeşke ka hełti’asênê!

- ba be minîşewe bida!

ta řojî dûhem marman nedît. carêk serî derhêna, nexêr ême seyrî nakeyn. wirde wirde samî şika; hate der; çuwe bin mîç. zîkey le mişk hestand. hey canmî tajye cincîr! dey mişk řaw ke! qet mişkêkî bin mîç nema. emcar boyan hate xwar. leber çawî ême řawî mişkî dena û deygirt. xwa wetḧesênê, qet taqe mişkêkî bo dermanîş nehêşt. wirkenanman bo deřişte bin text, kirtekirit deyxiward. deçuwe aw xwardinewe û dehatewe małekey xoy le pişt serim. zor lemêj sałe biřwam waye hîç marêk eger azar nedrê zyan nada û le xořa be kesewe nada. ew mare biřwakey minî îsbat kird. bibuwe pişîleyekî pakî xoşewîstî bê pîsayî û myawmyaw. paş çend mangêk ke ew şwêneman becê hêşt, pêşmergey «fars bawe»y çûbûnê. basî jûrekem kird. fars bawe gutî kirdûmete jûrî xom.

- tu xwa kak fars marêkî lew řengey têdaye, agat lê bê neykujin!

fars zerd hełgeřa, gutî: her emřo debê çołî kem; çon pyaw degeł mar le jûrêkda dejî?!