karî min be gez û biste!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  847 Dîtin

řojêk le pirdî zerdewe demewîst biçme dołî bałeyyan; be çaw pêm wa bû zor hasan detwanim bigemê. çemedanêkim be destewe bû; be pê milim lê na. geyme qesrê, mandû bibûm û germam bû. îstiraḧetêkim le ser coge kird û xom fênk kirdewe û milim le hewraz na. be hezar derd geyme ser hewrazî wesan. lîngim delerzî; wek serxoşan tilawtilim bû. axrî geyme serewjêre û bawî qaçim xoş bûnewe. şwanêk heray kird:

- hoy kak! peřî sîẍarim wê nîye; eger hete biřêkim bideye.

nîw desteyek peře sîẍarim leser berdêk le pena dana; berdêkîşim le ser dana, ba neyba. gutim were bîbe. xom geyande naw gundî wesan. mał hemû le çol bûn. çend lawêk le serbanî mizgewt bûn. selamim kird û le sêberêk danîştim. gutim tûtin û peř û agirim heye û emşew lem serbane řaydebwêrim. yekê gutî: mîwanî min be!

- małit nizîke?

małêkî nîşan dam, le hewrazêk ke her toqîm.

- nayem kake!

yekî tir gutî: mîwanî min be!

- kwa małit?

- lewberî çeme û pirdîş heye.

řegełî kewtim. le řê tûşî yekê tir bûyn, gutî: kake mîwanî min be!

- kwa małeket?

- emeta le naw ew berdanedaye.

başe debme mîwanî to!

kirdyane kêşe ke çon mîwanim lê destênî? gutim: karî min be gez û biste; êre nizîktire û tom nawê! bûme mîwanî naw berdan. seyr dekem jinyan her yekey bîst û pazde mîtir şałyan le piştaye ke le ’êraq baw nîye.

- erê êwe çîyn?

- ême seyîdî kulîcîn. seyîd ’ebdułłay kulîcî newe û xwarzay êmeye ke le sabłaẍe.

- kuře eger wa bê xizmîn!

şew kabrayek hate ew małe, gutî: maşełła le dinyada pyawî ’aqił heye û ême nazanîn. emřo be řêbwarêkim gut peře sîẍarim deye! boy le ser berd danabûm; berdîşî le ser danabû ke ba neyba. biřwanne em ’eqłe! gutim: kake to çit dîwe? ’eqłî wam heye le lînge kiłaş diriştitir!

- ewe to bûy? şerit bê sibey be êstirî xom bitbeme ew şwêney detewê!

le řêge gutî nawim melay bore. basî seyîd ’ewłay kulîcî bo kirdim ke êsta şukur pyawêkî dewłemend û zor pyawe. bo min xeberêkî taze bû. zorim dił xoş bû; çunke seyîd ’ewłam ke becê hêştibû, mindałêkî feqîr û hetîwbar bû. îtir lew sawe bûme xawen xizim û tûtnî ciẍarem her ewan boyan dênam.

le «lêwje» degeł samî milman le karî çapemenî nayewe. řojnamey xebat hefteyek be ’arebî û hefteyek be kurdî denûsra. paşan kak samî çuwe mekteb syasî le nawpirdan û tenya min mamewe û berpirsî çapxane û îdare kirdinî pêşmergekan bûm. carubare derfetim dêna, deçûmewe beẍda serî mindałanim dedawe û yekêkim le cêy xom dadena ta dêmewe be ser řabga. carubareş mindałekanim xoyan degeyande naw şořş û çawim pê dekewtin. hawînêk ke medrese wiçanyan bû, hatin. xanî çikołem ke hewweł car le gełałe le jûrî małeke derkewt û řwanî, gutî: ay daye! baxçey babe çend gewreye! lay wa bû em hemû cengeł şax û daxe baxçey mine!

keprêkman le çyay pişt gełałe kird û kirdimane małe xoman. çend keprî tirîşman lê nizîk bûn. řojane le «sûreban» karî çapxanem dekird, şewane direng ke ta «gełałe» řêgey dû se’atêk debû, dehatmewe mał. êwareyek zûtir çûmewe, me’sûm gutî: dû marim dîtin lêk hałabûn; hawarim lew cîranane kird kesyan be dadmewe nehatin. gileyîm le cîranan kird, gutyan be xwa neygutuwe, her gutûye: «eweta mar», «mar hatûn». lewan wa buwe dełê małî dîke hatûn!

- kake qisey qoř! ew marey dîwe ke pêwe deden.

- de ca dakî miḧemmed debû bîgutaye: «marî gurîs» hat!

gelêkim řwanye ew bin gaşeberde ke dû marekanî çûbûne bin, peydam nekirdin. diłxoşîy me’sûmim dedawe ke her ew mare bûn û řoyştûn. metirse! çî dî nayen. kitêbim dexwêndewe û demgut mar nema. lew demeda marêk be nêweřastî peřî kitêbda xuşî û le kełekda xoy şardewe. cwan be dirozin derçûm! şew le kepirda çiraman kujandibowe, ba xişey le geła dêna, me’sûm deygut ew mare xoy lê mat kirdûyn ta denûyn. ca were û swênd bixo ke mar be şew nageřê û îstiraḧet deka!

emcar se’îd ebûşamîlî çapxaneçî be layewe şitêkî zor ’ecayb bû ke çon be nîweşewî tarîk, be naw ew daristane piředa be tenya deçmewe małê û natirsim, demgut: kake! le diřinde natirsim; le binyademî xirap detirsim ke bo temaḧ bimkujê û ewîş be řêda nařom û tûşyan nabim...