karî çapemenî le lêwje
lêwje xełkêkî zor sade û bestezmanî têdabû. jinêk awî bo dênayn be nawî «mêrê», wirç bibîne û mêrê bibîne! eger awî dehêna û deydî mîwanî namoman heye, kołwanekey be ser demuçawîda deda û dehat.
- mêrê! ewe bo wa dekey?
- ay be qurban! a şermêkim le mîwanan!
melayekî lê bû «mela nîsk»- pêm waye nawî ’esłîy «se’îd» bû - ew bêçare neytiwanîbû dû sê siławet û «mewlayeslilî» leber ka û le mewlûdnameda beşda bê. seyîdêkî nexwêndewar fêryan bibû, piławî mewlûdî dexward û mela bêbeş bû!
gutyan «mela nîsk» çawîlkeyekî heye de qîmet naye! gutim: mamosta dekirê ew şite ’entîkeye bibînim?
- bełê bo to qeydî nîye.
qutûyêkî hêna piř le peřo, her peřoy hełkird ta geyşte loke. le naw loke, ’eyneke konêkî derêna laskekey ben bû. řastî qiranêkî nedêna; le mela bibuwe bit! diłim neşkand gutim: nîşanî kesî mede zor gencêkî beqîmete!
gyayek be zorî lew nawe deřwê be nawî «gorimze», zor le espenax xoştire. řojane bîst filsim deda be kiçołêkî mêrê, deçû çarokêk gorimzey dêna. řojêkî cum’e bangim kird:
fatmokê were biço gorimze!
mêrê gutî: eyřo! feqê ayşê jinî mela nîsk dełê cum’an gya zîkirê deken; gunahe hełyanqenî!
- xat mêrê! edî bo çî manga û biznekanit nardûne deşt gyay be dem zîkirewe bixon?!
beyanîyan «mêrê» her awêkî şewmende bû, deybirdewe kanî û lew ser awî tazey dêna.
- axir to bew hewraze hełdegeřêy awî şew bo debeyewe?!
qurban! feqê ayşê dełê awî şew neçêtewe naw kanî şikayet lay xuda deka!
carêk mêrê şikayetî kird ke eger to le mał nabî, pêşmerge tenekey betałim nadenê.
- çendî detewê, bere, bełam boçîte?
- bequrban nîwe řonî xomałî û nîwe řonî şapesind lêk dedem û be pîrey mêrdimda deynêrme řewandiz!
hay be kilkî xêwî! le hemû ’êraqda řonî řewandiz be xalîs û çak benawbange; keçî ewîş fêłî têda dekirî!