moczatî pîwazî pîşaw û mastî germ!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1049 Dîtin

bê to naxoş, yek mirîşkî sûrewekirawî be nanewe damê, qirtem lê biřî!

her dew řêgeyeda şewêk degeł dû pêşmerge bûme mîwanî şêxî «bergirke». şêxêkî ciḧêłî zor diłteř û xoş meşref, defî hêna û be dengêkî zor xoş şî’rî «safîKes» kakî hîranî dexwêndewe.

pêşû her le lêwje gwê êşeyekim pêwe nûsabû, gwêm we jan hat û zorî nařeḧet kirdim. şêx her be pele pîwazêkî naye ser agir ta pêstekey sûta. nêrtikî pîwazekey- ke pîşabû- xiste naw kunî gwêm û janî şika. baş bû ew dermaneş fêr bûm. ke hatîn biřoyn dû pîwazim naye baxełim newek le řê gwêm we jan bêtewe! geyme naw pirdan, duktur ḧesenêkî ’arebî lê bû; xoy tûře kird: çon to dermanî ladê de kar dekey?

gutim: duktur zorî le ser meřo! zû dermanim dekey yan pîwaz le gîrfanim derênim?!

ber lewe tewaw le lêwje cê bikeynewe, serêk çûyne dołî «bałeyyan» ke mektebî syasî û tenfîzî lewêye û zor awwiheway xoş bû. dołêke nizîk be bîst gundî têdaye û piře le baẍat û mîwe. çomekey le nizîk befrane; be hawînî sûrîş her sehoławe û nawêrî meley têda bikey! çend dêmenêkî cwane ke ew hemû darbeřuwane û darmazuwe gewrane, hemû mêwî řezî lê haławe û be hezaran hêşuwe tirê lew berzayîyanewe xo denwênin.

mîwanî keprî şêx řezay gułanî bûm. pêşmergeyekî hebû (kerîme keçeł), çêştî lê dena. êwareyek çûmewe kepir; kerîm demewřû leser xołepotîne dirêj buwe; hawar deka:

- mirdim! bimgenê!

dûpişk be qamkyewe dabû; bin hengiłîşî xiř bibû. gutim: mast heye? pyałeyekî çikołe mast hebû; name ser agir, tozêkim germ kird. qamkî kerîmman girt bîxeyne mastewe, le tawî xoy destî řaweşand, mast řijaye naw xoł. hawarman bo darişkênêk bird, tenya doy hebû. dom germ kird û fewren kerîmman ça kirdewe.

ew dermanî mastî germ bo dijî dûpişk, zor car bekar hat. basim bo ḧacî miḧemmedî şêx řeşîd kirdibû. le paşeřojeda ke le zînwê dîtmewe, gutî:

- neqłêkî xoş: çûmewe lolan û be sofîyekanim gut ew dermane fêr bûm ke zor hasane û mast hemîşe heye.

- kê pêy gutî?

- lawêkî efendîy şaristanî.

sofîyek gutî: paş şêx řeşîd to demênî, îman be ser řûtî şaristanî dehênî? be xwa be qiset nakem!

qebrêk heye le lolan, dełên her kes berdêkî çikołe lew ser qebre hełgirê û bîxate gîrfanî, dûpişk pêwey nada. sofîyeke çûbuwe ser ew qisne, destî bo berdoke birduwe û dûpşikêk pêwey dawe! be dest û ser řajandin hat:

- ḧacî miḧemmed çim lê dekey? ewa demirim!

- mastî germ kirawî ser řûtî şaristanî ’îlacit deka!