munteqîmî qazî
dwayî bîstimewe ke fayq û şewbaş kujrawin û laşekanyan dirawetewe be êran. řaste fayq be şehîdêkî mîllî le naw kurdistanî êran ḧîsab dekirê; bełam be biřway min ’ebdułłay biray lew pitir şyawî ew nawe buwe; mela aware û şerîfzade zortir cêgey îḧtiramin. nedebwaye sîřacîş le bîr biçê û ḧîsabî degeł nekirê. bełam kem waye tarîx ’adił bûbê û heqî kesî bepêy kar û zeḧmetî xoy dabê...
şêx letîf boy gêřamewe ke fayq le silêmanî mîwanî buwe. katê gutûye deřom, pêm gutuwe be hîç cor wa meke «qale tegeranî» bizanê key deřoy û bo kwê deřoy. çunke qale casûsî sê serye: bo barzanî û bo êran û bo ’êraq kar deka. gutî başe. bełam beyanî ke hate xwaḧafîzî, gutî qale tegeranî maşênî bo girtûm û beřêm deka!
le qełatî bałeyyan bûyn, «munteqîmî qazî»- ke le pêşîşda demnasî û birader bûyn- hat û gutî: deçmewe lay mehabad hewałan debînim; karêkit nîye řamispêrî?
gutim: xemîrdidanêk û firçeyekim bo bêne!
tewaw xoy qełs kird ke min bo basî syasî degeł nakem!
carêk be sefer çûbûme hewlêr, mîwanî małî şêx mistefay kuřî şêx ’ubeydîlla bûm ke ewsa le hewlêr bû. salarî ḧeyderî û munteqîm lewê bûn:
- bo hatûn?
- bo seyaḧet!
rojê gutyan munteqîm gîrawe. gutyan xeber be şořş dirawe ke munteqîm degeł kuřî şêx ’ubeydîlla çote merkezî fermandey supay ’êraqî le hewlêr. ke le nuxtey sinûrî şořş lêyan pirsîwe, gutûye nawim ’ebdułłaye û nasîwyane ke munteqîme. salarî ḧeyderî ke hatbowe û zanîbûy munteqîm gîrawe, çûbuwe gełałe û gutbûy minîş bigirin ke degeł munteqîm le hewlêr bûm. gutbûyan karman be to nîye ke to agat le karî munteqîm nebuwe. bîstimewe ke munteqîm dirawetewe be êran û lewê ḧebis kirawe.
ta hawîn le «lêwje» maynewe. hemûman tûşî zig êşey zor sext bûyn. mêşûle kwêreş ḧeşrî dekird û ḧecmînman nemabû. duktur meḧmûd gutî awî kanîyekey gund xirape û cîwey têdaye. xełkî gund le mindałîyewe pêyewe řahatûn; bo êwe semme. awî germî çemekeman dêna demankułand û sardiman dekirdewe. bełam çarî mêşûle nedekira.
qerar dira bar bikeyn bo gundî «sûreban» ke heşt małe û le «wełzê» cwê botewe. çend řojêk le gundî «qesrê» mamewe ta cêgey çapxaneman peyda kird û řêkman xist. le hatuçoy nêwan qesrê û lêwje, carêk le řêge le birsan hêzim nema. lam da naw pole sipîndarêk, řakşam. qişqełey segbab qiřeqiř le dewrem, zorî tûře kirdim. demançem lê hełkêşa, dû demançem pêwe na. her çend de mîtrîş dûr nebû, taze be teqewe fiřî! dyar bû zor engêwey çakim! řakşamewe. paş tawêk xirme û tepey pyade û swar hat. heram kird: birsîme!, dengî pile hat, gutî:
- ewe hejarî qelendere! dadey bîgenê!