qesrî «şayo» le kêwî «girdêm»!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  900 Dîtin

binkey eḧmed tewfîq le pişt gundî şêxan be çyayekewe bû; kanî û awêkî zor xoşî lê bû. herçend le hemû binkekan derhem berhemî zor bû, kar zor be nařêkî encam dedra, bełam eḧmed pyawêkî zor be zakûn û muretteb bû. pêşmergey ew dersyan dexwênd, hemîşe karyan dekird, kes zatî nebû le xet lada. neccař ba, dartaşî pê dekird. her kes her sin’atêkî heba debû bîka û behere be şořş bigeyenê. zor car mîwanî debûm û bew tenzîm û řêkupêkîyey zorim diłxoş debû. carêk lew caraney lay bûm, nardibûy le «xanê» goşt cwane gayan kiřîbû. her demanxiward û řeḧmetman bo ga zerd denard! le binkeda eḧmed û hewałanî nîweřo le ser cêgey řakşabûn, minîş le paş xoşuştinêk- ke eḧmed naçarî kirdibûm û pêşmergekanî şiştibûyanim- be tay derpê leser cêgekem danîştibûm. kabrayekî dêhatî hate jûr, gutî: kak hejar! ewe nexoşî? gutim: bira ewane bew ḧîsabe mirdûn. çone her le nexoş depirsî?! bû be pêkenîn. kabraş qirteyekî kird; yanî qiseyekî seyre!

le paş maweyek řadyoman gwêztewe bo kêwî «girdêm» ke eşkewtî zor gewrey têdabû. řadyo le eşkewt damezra. kargeranîş wê kewtîn, le eşkewt û kepirda cêgey xoman kirdewe. kelêne berdêkim dîtewe, dîwarêkim le pêş kird û dergayekim tê xist. ewende teng bû, eger têyda řadekşam kesî tirî nedebird. debwaye danîşim ke yekêk bihatbaye dîdenîm. nêwim lê na «qesrî şayo»! ke le feřensa meşhûre. hewweł řoj ke lêm řwanî, kelêne berdeke berew jûr teng û tarêk bû. çûm sêłêkî piř le polûm hêna, mistêk dermanî «dî.dî.tî»m be serewe kird û derkem daxist. paş tawêk serim dayewe; dû dûpişk û çend całcałoke û hełepezey têda mirdibû. lete derkêk textî nûstinim bû. fanûsêkim hebû. qederêk ta şew direngêk leber fanûsim nûsî û leser derga- ke lêfem leser řaxsitibû- nûstim. beyanî ke hestam řwanîm marêk- ke be derman şil buwe- her hêndey bo kirawe be gêjî û şilî geywete ser cêgakem. qursayîy minî kewtote ser û le binmida mirduwe.

le çêrokî konda dełên fiłan cêge şay maranî lê bû; be hezaran marî lê ko bibûnewe. beřastî «girdêm» şwênêkî wa bû. kêweke xołe potîneyekî bor bû, ewendey mar hebû nebêtewe. marekanîş hemû koremar (kułeweybab); borî sipî waşî zigzilî kilk zor barîkî ser sê sûç bûn ke pêwedanyan yekawyeke û gamêşîş feraq lê debřê. nîweřo û şew de çûyn le eşkewtêk nan bixoyn, qet nebû le řêge kesman tûşî mar nebê. řojêk leser berdêk leber taw řakşabûm, ’ebdulxalq hatbuwe lam, heray kird: kuře hełê mar pêtewe deda! hestam, mar le ber derkewe xizye xwar. gutim: kake be xwa min załim bûm, cêgey řojaney ewm dagîr kirdibû!

carêk bîlamanê le kelêne berdêka destim be aw degeyand, ke řwanîm marêk lew kułeweybabane, nîw mîtrêk dûr le beranberim papokey xwarduwe. gutim: xatircem be! taze ta karî xom nekem hełnastim! her timaşay yektirman dekird, ta ew şermî le min kird û hêdîka cêgey xoy bo becê hêştim. pêşmergekan sêzde maryan le řojêka kuştibû, nabûyane naw zenbîleyekewe û pûşyan be ser dadabû, birdibûyane mektebî syasî:

- fermûn mîwey girdême, be dyarîman bo hênawin!

serî pûş hełgire û seyrî mamostayan bike çon řadeken!

zor bê pêxorî bû. řojêk cwane gayekî zor qełewman bo hat ke barzanî nardibûy. ca were goşt bibirjêne! be dûkeł teyare zanîbûyan. çwar teyareman hate ser; lêde û bukte! gutyan řaken û xo bişarnewe! gutim: hezar bombam wê kewê, dest le goşt bernadem! her çî kirdyan nebzûtim û goştî beşî xom birjand. bombay napałmyan pêda dabûyn, textî fenerî le naw eşkewtida bibûne çingêk gurasin; le germa twabûnewe. çend řojan berdî eşkewtê ke řadyoy têda bû giřî her berz bû. qesrî şayoy minîş kes neydezanî cêgakey le kwê bû. îtir teyare fêr bûn û hemû řoj seryan dedayn. şewaneş teyare her le ’asman xulyan dexward û bombayan dadebarand.

şewêk degeł sê pêşmerge le gełałe bûyn. bû be qirmey teyare. çira kujabûnewe, derkewtîn biřoyn, min ciẍarey dagîrsawim be lêwewe bû. kabrayek cinêwêkî da û xiřey le çexmax hêna bimkujê.

- kake fiřêy dedem û memkuje!

bew şewe- ke zor tarîk bû- bê řêga be «girdêm» hełgeřaynewe. çend carêk dekewtîn û tirsîş hebû be ser marda bikewîn. ’usman se’îdî (wêjerî řadyo) beřê dekira biçê dengî şeř zebit ka. gerdinazayî xwast ke mebada neyetewe. diłşad mesref gutî: mamosta se’îd! xwa neka mergit bibînim; bełam qeza û qeder. eger nehatyewe lêfe û serîneket çi lê bikeyn?

- diłşad ba bo to bê.

- de biřo ya xwa neyewe! xo min dû mange petûyekîşim nîye!

xemî řojaneman be gałte û gep swaẍ deda. yekêkman nameyekî zor nask û diłdaraney le ziman kiçêkî řewandizî be nawî «řûnak» bo ’usman se’îd nûsîbû, ’usman le hemû bernameyekda xuşke řûnakî řewandizî bas dekird ke kîje kurdî řast awa debê!

pêşmergey be naw xizmetkarî řadyo zor le lazim pitir bûn. her bêkarêk deçuwe lay îdrîs- ke le gundî qesrê bû- deygut biço řadyo. degeł ’ebdulxalq şew çûyne «miqesrê». şêtêkyan le barzanewe hênabû be gurîs bestibûyan. îdrîs gutî: de êsta min çi lewe bikem? gutim: bînêre bo řadyo, ême cêgeman zore!...