kak ’ebdulxalq
baran dayda û jyan le kepranda zeḧmet bibû; penaman be gundan bird. komełêk le ême çûyne «mêrgê» jûrêkman peyda kird. deçûyne «guřê gacûtan» nanman dêna. řojêk bangyan kirdîn û her yeke sê dînaryan daynê. pek lew xoşîye! kak ’ebdulxalqî midîrî hendesey řadyokeman, řadyoyekî xoy firoşt be heşt mirîşk. pûłman nard le «xanê» goşt û mîwe û vodkay zoryan hêna; cejnêkî şahaneman saz da. celal ’ebduřřeḧman nardibûy vodkay kiřîbû bełam neydexwardewe. lêman qerz kird ke boy dekřînewe. ew deygut degeł nehar û şam her care nîw îstîkan dexomewe. dway dû řoj sałḧ yûsfî bangî kirdîn ke:
- sê dînar be sehu dirawe; bimdenewe!
- heyhû seyda! hezmîş kirawe!
ḧebîb miḧemmed kerîm gutî: dełên le mêrgê areq xurawetewe; řaste yan na? hewałekan swêndyan dexward ke şitî wa nebuwe. gutim bełê buwe û nîk û bedim bo gêřawe. gutî: wa dyare mamosta celal wîstûye gunahî xoy pê dapoşê.
ḧez dekem basêk le kak ’ebdulxalq bikem ke leweta dîwme ta ew řoje demirim le doste here xoşewîstekanme:
feqê buwe; bote mela. le serbazî kirawete îmam tabûr (qazî ’esker). her leber xoşîyewe be îştîba deskarîy řadyoy kirduwe. geyştibuwe řadeyek firistindey řadyoy zor be hasanî û nirxêkî zor kem dirust dekird. řadyoy nîwkîlo watîman be penca hezar dînar kiřîbû; ke le kem cê debîsra. ’ebdulxalq řadyoyekî mewcî naweřastî le sîm û butrîy betał û çend lampêk lêk deda ke sed dînarî tê nedeçû; le hemû řojhełatî naweřast debîsra! le şořişda nardyan bo çêkuslavakya; gutbûyan to le hemû muhendîsan mahîrtirî! bełam le karxane kar bike û şitî taze fêr bibe; dway şeş mang hatewe. pênc muhendîsî řadyoman hebûn ke le xarîc xwêndibûyan; debû ’ebdulxalq fêryan ka! le melayetîda zor zana bû. kemtir mela le mucadeleda degełyan derdebird. aẍłeb gałtey be ’eqił û sewdayan dekird û mela naxoşyan dewîst. qet nemdî dem be pêkenîn nebê. le ’îşqî kurdistan û azadîxwazîda sûtabû. çawî le małî dinya nebû. be gałte pêm degut: axir to le serbazî mirdû şutin, ew ’îlmî řadyoyet le qingî kamyan derhênawe?!
be hemû hêz û twanay xoy heta şořş hebû her degeł bû; wazî le mał û mindał hênabû. bo şořş le leşkirêkî de hezar kesî be behretir bû. le şikanekeşda hate sabłaẍ, le taranewe çuwe ełmanya. zor le jyan nahumêd bibû. le ełmanewe řast çûbuwe beẍda û le firûdga gutî min fiłan kesî muhendîsî řadyoy şořş bûm û hatûm î’damim ken. bełam î’damyan nekird û hatewe hewlêr û dûkanî telefzyon çakirdinewey dana. zor bedaxewe le sałî 1984da le hewlêr tîror kira û beřastî gewretrîn zyan le kurd kewt...