basî hełatuwekan bo taran û hemedan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  862 Dîtin

kak xalîdaẍay ḧîsamîş hate «girdêm» bo řadyo. çend şewêk ke le seferda debûm, qesrî şayom dabûye. şew leber fanûs kitêbî xwêndibowe. marêk le ḧewawe kewtibuwe naw peřî kitêbekey!

boy gêřamewe: mindałêk mencełêk mastî bo xalîdaẍa hênawe ke meḧmûdaẍa nawêk boy narduwe. tenya nawî aẍayetî dûr be dûr kirdûnye dost! mindałeke dełê: mencełekem bo betał ke! pêy dełê: serêk biřo, werewe!

qapî nîye. nîştote ser mencełe mast û lîsî dawe û şeş řojan nexoş kewtuwe!

degeł kak samî ’ebduřřeḧman nardirayn bo «lêwje» le naw deşt, ke be ser çapemenî řabgeyn.

bê cê nîye bigeřêmewe ser basî hełatuwekan bo taran û hemedan:

mamosta le taran xoş jyawin. pêşmergey tirîş le hemedan, le padganêk ko kirawnewe meşqî serbazî deken; ke řojêk dijî barzanî bênewe meydan. cêjnî bîst û yekî azer debê be şadmanî ew řojey ke cimhûrî mehabad têk çuwe, cêjin bigirin. debête heray pêşmergey diłsoz:

- çon ewe řewaye? eger em cêjne bigrîn debê le hemû bê’abřûyek řîswatir bîn...

mamosta ’umer debabe nutqyan bo deka:

- dey cêjin girtin çîye? bo abřûman deçê?! lay kê abřûman deçê?! her wek cenabî tîmsar nesrułłahî fermûy: eger e’laḧezret bifermiwê gû de řîştan hełsûn! eykeyn. dwayî be sabûn û aw eyşoynewe, sabûn fireye û awîş fire...

ewaney abřûy kurdayetîyan le la girîng buwe, gutûyane xoman řîş be gû nakeyn; kêşe kewtibuwe nêwanewe. hêndêk her le gel cwê bibûnewe. «mela cemîl řojbeyanî»- ke leser zor şitî tir tûře bibû- her çend le «mawet» qazî şořş û řegełyan kewtibû, hatbuwe taran û serbexo bibuwe penahende û le řadyo damezrabû.

řojêk le hełşo demřiwanye kêw. řeşayîyekim dît; hat û nizîk bowe. «sefer» nawî feylî bû ke pêşûtir tifengêkî firoştibû; debwaye miḧakeme bikirê.

- ha sefer, xêre?

- kake! le hemedan řamkirduwe; hatûmewe ba miḧakemem biken û bimkujin.

- ḧałtan çon bû?

- ḧałî seg! pêşmergeyekman le naw mencełî de ’erzî gîrawî padgan - ke maşyan têda lênabû- kewt û bû be şehîdî maşêne!... mam hejar! nawêkyan lê nabûyn ewendey pê qełs bûm, ta deyangut, detgut hezar cwên be bawkim deden!

- nawî çî?

- le bîrim nemawe.

- dilawer?

- nexêr.

- çirîk?

- birya çirîk ba!

- cewanmerd?

- kuře nexêr zor nawêkî pîs bû...

- sefer ew dem ke min le êran bûm, be hî wayan degut: ẍeyre nîzamî.

- ay dem xoş! řast êjî. ẍeyre nîzamî zor le caş pîstire! min le dax em nawe hełatim!