kêşe degeł mela mistefa

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1030 Dîtin

dîsan geřayn. řûnakîyekim le mile gozeyekewe dît ke de dîwar gîrabû, řwanîm hewałekanman bûn. be xawenî małekem gut: erê min nîşanem kirdibû, bo nemabû?

- kake nîşaney çî? beyanî min bûm ferencîm de xomewe pêçabû, seyrî ḧeywananim dekird!

- başe edî êre małe mam nebî nîye?

hemû le qaqay pêkenînyan da: ew kuře yek mangîleman nawî nebîye, çone to nawî êmet le bîr çuwe ewet le bîr mawe?!

- kake gyan zîrekîyekim ser deka!

awî xełkî gund û gařan û xoşman (mîwanekan) gomawêk le baranîda wêstaw bû; kelake kerêkî topîwîşî têda bû.

şewêk le «girbidaẍ» ko bibûnewe. mela mistefa qisey kird û zor be gij ḧîzbî partîda çû, kes le mamostayan qiseyan nekird. le xomewe xom tê xist, gutim:

- şitêkî ke me’lûme ḧîzb bo serkirdayetî û şarezakirdinî gel le xebatî azadîxwazîda zor lazme û bebê ḧîzbêkî řêkupêk hîç kar beřêwe naçê. eger barzanî le ḧîzbî partî û serkirdekanî tûřeye, ba byangořê; bełam ḧîzbêk her debê damezrê. ba nêwî partî nebê; ḧîzbî teneke bê! naw şerit nîye; naweřok pêwîste...

kake zyadaẍa hesta û tesdîqî bîr û biřway minî kird. bîstim ke mela mistefa le dwaye be kake zyadî gutbû: hejar fêrî kirdî em qisane bikey û le ser biraym û celal we cwab bêy.

ḧaşay lewe kirdibû, gutbûy qisekanîm be baş zanî û tesdîqim kird.

ke lew meclîse derçûyn, selîm fexrî- ke efserêkî řutbe serwanî ’ereb bû degeł şořş kewtibû; kurdîş zor baş fêr bibû; pêman degut kake ḧeme- gutî: be şerefim pyawî wek to le ḧeq gutin azatirim nedîwe. ewane kesyan neyanwêra dîfa’êk biken; to wa be dem barzanîda çûyewe...

celal ke degełman bû gutî: kak hejar! beřastî pyawane dîfa’it le ḧîzbî xot kird; ême be xořayî toman be dijî xoman dezanî.

gutim: mam celal! êstaş ḧîzbî xom nîye; çim be çak zanî gutim. naşmewê kes memnûnim bê...

şewêk le «berdespyan»y lay qeładze dîsan ko bûnewe. êsta nazanim qisêkî çon biław kirabowe ke dijî barzanî û şořşekey bû; me’lûmîş bû çi kesanêk biławyan kirdotewe.

barzanî ew şewe zor tûře bû; fermûy: debê ew kesey ew qisey biław kirdotewe peyday ken û cezay biden.

gutim: qurban eger peyda kem qewl dedey bîkujî?

- kêye? eger deynasî bo nałêy?

- min hejar em qisem boye hełbest to baqî kemewe. her kes xirapet degeł deka gurcê ’efûy dekey. xirapî waman lê peyda debê sed car ê’dam kirê to xełatî dekey! bełê minim gunahbareke. de bifermû ba bimben leser befir û dû gullem pêwe nên, fêrî tenbê kirdinî xaynan bibî!

gutî: to emşew zor tûřey; çîtir le ser ew base nařom.

řojêk le gundî «sarkê» lay barzanî bûm. řadyo basî aẍayanêkî lay dihokî dekird ke çawyan be tahîr yeḧyay serokwezîr kewtuwe û bûne caşî dewłet. nawî ẍazî ḧacî melo, ’ebdulwaḧîdî biray û çend kesêkî gut. serim birde bin gwêy hebasaẍa gutim:

- biradere xoşewîstekey mela mistefaş (meḧmûdaẍay çemankê) mawe; gwê bigre!

barzanî pirsî: çîye?

gutî: qurban qisey xomane.

lepiř řadyo meḧmûdaẍay çemankê qise deka. tahîr yeḧya gutî: ca bitbînim çon be gij ew serkeşaneda deçî û çonyan detirsênî.

hebasaẍa gutî: hejar basî em pyawey dekird ke lay wabuwe caşe û to her pêt pyawî baş buwe.

ewane zoryan xirape kird. le axrîda meḧmûdaẍa kuřêkî kujra, małî sûta û hatewe ber destiman û tobey kird. ẍazîş çawêkî be gulle kwêr kira û ewîş her hatewe xoy kirdewe pêşmerge.