qerarman wa nebû «le ser zwêłe çerim» bê?

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  891 Dîtin

ḧîzb biławî kirdibowe ke bokan kurdistanî be çend sindûq pirteqał û çend kirasêkî dyarî ’ebduřezaqî wituwêjker firoşt. way lê hatbû eger pareman deda be dûkandarêk deygut bonî pirteqałî lê dê! beřastî minîş îmzay ew agirbesem zor la giran bû. řojêk le senger degeł mela mistefa lêman bû be kêşe. guřře way lê hat ke ḧeresî barzanî hate jûr; weyzanî şeřî beřaste. barzanî be ḧeresekey gut: biço der!

gutim: kake! to zor sałit zeḧmet kêşawe; be pałewanî řêgey azadîy kurd nasrawî; pîr bûy. zor ḧeyfit kird ew îmzayet kird. eger bitgutaye bîst milyon dînar ḧeqî îmza kirdin ewê, deyandayey. min çawenoř bûm eger neslî dway ême pirsîyan řêgey azadî be kwêdaye? le ’êraq cê qebrî toy nîşan den û le turkye qebrî şêx se’îd û le êran qebrî qazî miḧemmed. qebirtan nîşangey řêgey azadîxwazan bê; nek biçî îmzay agirbesêkî wa bikey ke xełk gałtey pê bika û biłên kurdistanî firoştuwe...

le tûřeyîyan gutî: kurdistanî çî?

gutim: kurdistanî hemû şit. min û hezaranî wek min boye to wek bit deperistîn ke xemxorî kurdistanî. wek le qur’anda dełê: le êstawe cyayî nêwan min û toye; xwaḧafîz! her emřo deřomewe beẍdaye û feqîrî xom dekem...