kobûnewey «girbilaẍ» û «berdespyan»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  786 Dîtin

le beẍdawe pyawî dewłet be serokayetîy ḧacî ’ebduřezaq nawêkî estandarî mûsił hatne řanye bo wituwêj kirdin. seretay giftugo damezra û dirêjey kêşa û ḧîzbîş le wituwêjda beşdar bûn û le encamda geyne biřyarî agirbes û dewłet qewlî zor şitî da; cige le xudmuxtarî. beyanîyek le herdû la biław kirayewe û biřyar dira barzanî û seranî şořş ko binewe biřyar biden ke biçne beẍda û ḧeqî xoyan dawa ken û bîxeyne ser qaqez û mor kirê. min ke mamostay ḧîzbî nebûm û le wituwêjî syasîda beşim nebû, nazanim dirêjey qisekan çon bûn; tenya çend şitêkim lew barewe le bîre ke xom agadarî bûm: şewêk le gundî «dûgoman» kobûneweyekî gewre le mizgewt pêk hatbû. qise lewe dekira ke kê biçîte beẍda? çend kes bin? kê deçê û kê nawêrê biçê? yazde kes bin yan no?... min le xwar meclîsewe hełmidaye:

- pêşmerge serbaze, her kestan pê baş bû natwanê biłê deçim yan naçim. yazde û no û ḧewt le ḧîsabda ferqêkî way nîye, êwe řûnî kenewe çîtan le dewłet dewê, daway çî biken û le ser çî pêk bên. meselen daway nîwey newtî kerkûk bikirê, bełam be çwar yekî řazî bin û lewe neyene xwar. herweha hêzî çekdar û hemû şitî tir ke xoman bo be kuşt dawe...

kak biraym gutî: ewey to dełêy debê de pêşda be giştî û be tefsîl hedefî ḧîzb řûn keynewe û emeş hîç nebê sê mang wextî dewê û dew pelepeleda nakirê.

gutim: ’ecayb demênim le ḧîzbêkî syasî ke çend sałe kar deka û ewe sê sałe şeřyetî, hêşta amancî xoy dyarî nekirbê û nezanê tewaw çî dewê...

barzanî demeteqekemanî biřî, gutî: yazde bê û no bê biřwa nakem hîçyan le dest bê. dey qise biken kê biçê.

«dûgoman» dêyekî xêłekyan bû ke her le payîzewe awedan û le behara çoł dekira. małekanî hemûy be wişkeberd dandirawî wek yek deçin. degeł mîranî sałḧ beg û çend biraderêk le małêk damezrênrabûyn. beyanî ke le mał derçûm, bo ewe le geřaneweda lêm têk neçî, qîtayîyekim le serbanê kirde nîşane. şew direng ke wîstiman lekin barzanî hestîn, mîran gutî: pêşmergekanim dewên bimbene małeke.

- bêqeza bî minit degełim, şarezam!

řoyştîn, nîşanem nedîtewe. serim be ḧesarêkda kird û le dergay jûrewem da, gutyan ême hîç mîwanman nîye.

- axir edî małe mam nebî le kwêye?

- mam nebî lem dêyeda nîye!

mîran tûře bibû: abřût birdûm!

mîran bew tarîke kes neydîtûy, dengîşt nekird ta bitnasin û le řojnameda binûsin řêgey lê têk çûbû!