şexsêkî tûře û gêwjêkî geyştû!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  790 Dîtin

mela weysî gutî: kak hejar! hîç kes ta êsta neywêrawe pûşêkîş lem qebiristane berê; dyare şexsêkî zor tûřeye!

- mamosta řaweste qisey ḧîsabîm heye!

řûm kirde qisneke:

- ey şexis! gêwjekanit geyştûn; fermû byantekêne û byanxo! dena dewerin û deřzin. eger na îcaze bide min byanxom. xo to gulî bexîl nî, ne xot bixoy û ne bîşîdey be kes!

çûm be lay gêwjewe. mela û dû sofîy hawřêy dełên: nekey! gunaḧe! ḧerame! pêleqem le da da, gêwij dabarî. baweř ke mela û sofî ke gunaḧekeyan be min kirdibû hîçyan we ber min nehêşt; gîrfanyan lê axnî!