dîmenî diłtezênî jin û mindałî barzanîyan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  1150 Dîtin

ewî lew maweyeda zorî nařeḧet dekirdim, dîmenî jin û mindałî barzanîyan bû ke leber baran û lebin daran dejyan. małyan her ewe bû ke be kołyanewe bû; bełam ewan qet gileyîyan le bextî xoyan nekird. řastî ḧałêkî perêşanyan hebû.

ew kate ke le «bin geryan» bûyn û hêşta nenardirabûme xurkê, barzanîyek be nawî «aẍa» ke «aẍay zuřegwan»yan pê degut, xerîk bû le cê gundî «zuřegwan» xanûyêkî be wişke berd dirus dekird; dîwar ta nîwe berz kirdibû, gutî: le ’umirimda carê pênceme dêm xanû bikem û ber le tewaw kirdin pêm becê dêłn. bêstanokêkî kirdibû her deygut: hejar ba xeyar û tirozî û temate bigenê, pêxorî to le ser min!

řojêk dîtmewe:

- aẍa dezanim xanuweket becê hêşt; bełam bêstaneket çî lê hat?

- bêstan her le gułda bû, řawyan nayn. řojêk gutim biçim serî bidem, ke deçim dû dane caşî zêbarî le nawîdan. xom lê dagirtin, herdûkim kuştin. lebatî tirozî dû tifengim be řexte fîşekewe hêna.

lew şeřaney barzanda zor pyawî zor aza kujran û birîndar bûn. řojêk bombayek kewtibuwe naw sengerêkewe, le dwazde kesan «keko» derçû. keko ke le şeřî mameşey dewrî seqiz nawbangî kird û be sê cê birîndar bû. le şeřî dewrî şinoye birîndar kirabû; lew bombayeş herçend nemird, bełam le ziman û dest û pê kewt.

’emeraẍay dołemeřî le lay serî ḧesen begî çûbuwe zig caşan, řeweyekî zor gewrey lê biř dabûn. le řêge mar pêyewe dabû; bew ḧałeş twanîbûy sêsed ser derbaz bika. eḧmed tewfîq- ke le dway ew be řêda hatbû- tûşî sê mayn û esp widûbřêkî maçe êstir bibû ke le řeweke hełbiřabûn; hênabûnye barzan. maçe êstireke zor cwan bû; detgut be qełem kêşawte. eḧmed deygut bo xom; şewketî bêsîm daway dekird; herçî deydî ’aşiqî debû. nemzanî dûbřî hêşta barnekiraw bo bote feřox leqa û ew hemû diłdarey heye! axrî şêx babo daway kird û dira bew.

degeł «mîranî sałḧ beg» êwareyek çûyne seyrî koneqełay mîrî řewandiz ke le dyarî kanî bote. qełayekî zor qayme; be berdî zor gewrey řeş damezrawe ke dyare berdekan be kotan gwêzrawnewe. ’enbarawî gewrey têdabû. ke geřaynewe, be naw kołanî gundida hatîn. min serkiławem le ser bû. mindałêk dîtmî, zîřandî; zor tirsa. mîran gutî: ew feqîre her barzanîy sersûrî mil barkî dîtuwe. toy be wirç zanî; boye lêt tirsa!

sarde payîz bû. şeř le cebhekan wêstabû, bełam ałqey muḧasere her mabû. biřyar dira berew soran biřoynewe. degeł eḧmed tefîq û hewałanî û mîran sałḧ beg û dû pêşmergey kewtîne řê. şewêk le nizîk sinûrî tirkan mayn. hêndêkman çûne gundî «zêtê» ke turkyeye. kewş û petûy kułkin û wirde espabyan kiřîbû. zorim ḧesret bû ke sê dînarim şik nedebird le petuwekan bikiřim. řojî dwayî kewtîne naw sinûrî kurdistanî berdestî turkye û şeş se’atêkî bird ta lêy derçûyn, bełam tûşî cendirme nebûyn. le řêge wepêş kewtim ke ta ewanî tir dên gêwij bixom. lebin daregêwjêk bûm, pilarim tê degirt. pyawêk dû kew be destewe, kiçêkî zor cwanî degeł bû; lêy pirsîm:

- to barizganî? kûtałit pêye?

gutim: na bira! min muşterîy şeke mêy cwanim!

geyştibuwe hewałekan gutbûy: ewey pêş kewtuwe şête! hîç wek çodar naçê û dełê şeke mê dekiřim!

le gundî «kakle»we le zê peřînewe û hatînewe naw ’erzî ’êraq. şew le qebiristanêkman xist. yek dinya darî wişkî têdabû; bełam le dêkey nizîkî- ke hêlke û mastiman lê kiřîn- gutbûyan darî qebiristan bisûtênin, demirin! degeł eḧmed tewfîq berbûyne daran û ewanî tirîş ẍîretyan hate ber. agirî ew şewe ta beyanî giřî bû. em car paş yek dû se’at řê kewtîne deşt. eḧmed tewfîq kesî nedegeyştê; her heydîşî lê dekirdîn: «dey xoş biřon!». geyne ser gomawêkî zor xoş, çend dare bî le dewre, sêweřey detgut nêweřastî behare. mam ’elî bayezîdî dełê: «ax! êsta gamêş bam û têrim lew sêweře xwardiba û lew gomeda binûstibam!». zorim birsî bû. eḧmed her deygut biřon! demzanî ewanî tirîş birsîyane û leber eḧmed nawêrin deng biken. her çonêk bû pêş kewtim. geyme şwanêk:

- kake nanit pêye?

- ne be xwa.

- şîr çon?

- kake qapekem hênde pîs û çiłkine kes bêzî naye şîrî pê bixiwatewe, awîş nîye bîşom.

- de to bom bêne bizanim çonim!

le qapêkî řeşhełgeřawî mû pêwe nûsawda şîrî bo hênam. çawim quçand û yekîser be sermewe na; ahêkim hatewe ber. eger bot biłêm qapeke çon bû êsta hêłinicit dêtê!

eḧmed tewfîq kawřêkî qełewî le kabray şwan kiřî û petman kird ke le kwê bineman girt, bîkeyne şêw. hemuwanî zor şeket kird; ta le naw çend bîyekda bineman girt û kawiřman serbiřî û kewłman kird û be zigî zor birsîyewe çawenořî birjandinîn; lepiř le pêşmanewe bû be teqe. şew bû gulley layekî şeřkeranman dedît sûr řadexuşîn, pyaw le teqe keř debû. xeber çîye?

- kuřîne bibête beyan teyare le deştî «hêrtê» şiřman deka; cêgey xoşardineweş nîye.

her be pele tozêk goşt hełdeprûza û qûtman deda. kewtîne řê. şewêkî sard lew deşte wek mêwjûke hełdelerzîn. bo berî beyanî geyştîne naw gundî «sîdekan». çûyne naw dûkane çołêkewe, agirêkman kirdewe û mateman hełgirt. sibey xeberî ew şeře gewrey şewman pirsî. gutyan caşekanî çyay «serî ḧesen beg» be qestî tifengyan berew yektir teqanduwe. be dewłetyan gutuwe barzanî hatbûne serman; ta fîşekî zor wergirin. emeş fêłî caşan!

be naw gundekanî muhacîranda serkewtîn bo «girbîşê» û bo şew çûyne «řostê». sibey bo nîweřo le gundî «girtig» bûyne mîwanî mela weysî û paş nîweřo berew řost hatînewe. le qebiristanêkî ser řê, dargêwjêk hebû, gêwjî zerdî dirişt, detgut bo hetîwî ber girtuwe:

- hay lew gêwjem!