le wiłatî xoşnawetî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1040 Dîtin

dołî girtig û řost- ke gundî «simîlan»yişî lê heye- le ber baẍat wek beheşte. le befrî zistanîşda sêwe sûre be daranewe çaw le pyaw dadegirin. kewtûnete milî nizarî ḧesarost ke biłinditir çyay ’êraqe û be hemû kêweke dełên «hełgurd». lewêwe lêk hełbiřayn. min řegeł mîranî salḧ beg kewtim ke biçîn serêk le wiłatî «xoşnawetî» bideyn. wiłatî xoşnawetî betaybetî le payîzanda be ser mîweda wêran debê. hemû dêhatî ke yekcar zorîşin- piře le henar û hencîr û hermê û sêw û hemû berêkî dar û hemû core tirêyek. mîranî salḧ beg le mîranî xoşnawî şeqławeye. her çend řût bû, desełatî aẍayetî û mîrayetî nebû, bełam bîr û biřway mîraney her wek xoy bû. řojane pêşmergeyekî denard: biço le małî fiłan mîran biłê mîwanî debîn! carî wa bû mîranî xanexwê řût wek siłq, nanî şewî nebû.

řojêk be pêşmergeyekî gut: şêx ḧusên herû małî kwêxa ḧesen le zêwey, biłê mîran mîwante! gutim: mîran zor ’eybe bo ême mîwanî kwêxa bîn. kone mîranêk nîye lew nizîkane biçîne małî?! têgeyî gałte dekem! gutî: na kak hejar! kwêxa ḧesen her le małe minda gewre kirawe û bexêwim kirdye. wek małe xomane. be řûkarî zêweda deçuyîn; çi dîmenêk?... bêne ber çawit be hezaran darhenar le sardî payîzda gełay zerdêke wek zêřî bêxewş. gełay mêwî řez sûre û le henaran haławe. xuda tabłoyekî nexşanduwe hemû hunermendî dinya gêj deka. zor wêstam û řwanîme ew dîmene diłřifêne. çûyne małî kwêxa ḧesen; yekî zîtî qûtî zîrek; dełêy le kune tifengî şeytan derçuwe! řûxoş; qisexoş. zor ’aqił bû; pêm seyr bû! her danîştîn sînîyekî mêwij û kakłe gwêz le pêş danayn, beşî penca kesî dekird. mîran gutî: deçme serawê; ta dêmewe çayîyeke saz bê! ke ew řoyşit, kwêxa be minî gutik erê mîran neyfermû kwêxa ḧesen hetîwî xoman buwe?!

- ca bo wa biłê?

- kuře lûlakî aẍa bişkêne gûsegî têdaye; segim lew têrtire. sałî de car denêrê tûtin û mîwey bo binêrim. dełê hetîwî xoman buwe; le małe me bexêw kirawe!

şew zor xoşman lê guzera. mîran tûrekeyekî gewrey tûtnî bondarî dagîraw lê sand. be çend małe mîranî bênanî tirewe řamanbiward ta geyştîne «hîran», merkezî şêxanî hîran ke le batî şêx pêyan dełên «kak». safî şa’îr- ke derwêşan şî’rekatî be defewe dexwênnewe- kakî hîran bû.

bûyne mîwanî şêx sebrî ke biray mîranî sałḧ beg û tîmsarêkî baznişiste bû. małî le hewłîr bû; le tirsî dewłet be tenya le ḧucreyekî hîran dejya.

şêx gutî: êsta şêwêktan lo lêdenêm zor xoş. goşt û awî temame û tiř û tewêłey kirde naw şitêk û leser kûrey dana û çuwe der. ke hatewe, gutî: hew! teştokey naylon bû; le ser agir hełqirçabû. bibuwe top û çêşt ḧebis kirabû; fiřêman da.

«kak» ew deme pîremêrdêk bû be nawî «kak ’elî», ta biłêy pyawêkî mimbarek bû. lew dêye ke hemû dinyay dar û aw bû, şwênêk bo kak heye le dewrî ḧewzêk lebin sêberî şořebîyan, ke beřastî şa’îraneye. kak le qise qořî min xoşî dehat. hemû êwaran debû biçme lay.

řojêk gutî: wa no řoj bo řemezan mawe. hejar debê mangî řemezan lay min bî.

- be xwa kake bimbexşe min beřojû nabim. xoşim be to, be lêdan nadem!

- babe beřojû mebe! şerte bo xom nanî beyanî û nîweřot bo dênim...