legeł aẍawatî dihok

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1075 Dîtin

komełê aẍawatî lay dihok hatbûne barzan. barzanî fermûy degeł ewanet denêrim ke çawedêr bî û nehêłî kêşe le naw xoyanda binênewe. teḧsîn yezîdî her çend caşe û me’aş le dewłet werdegrê, bîparêze û karêkit bo şaran debê bot deka.

nîweřoje goştiman hebû. sifreyekî xamî dûrudrêj řaxra. barzanî pałî be taşe berdêkewe dabû. aẍawet le her dû ber řîz bibûn. destyan bo xwardin bird. marêkî cincîr- lam waye mîtrêk dirêjtir debû- be naweřastî sifreda hat, řast bo ewser, berew barzanî. qet yek le aẍawet nema, hemû hełatin! gutim: bîgirim û bîkujim? fermûy: na. mar le pêş barzanî lay da û çuwe bin berdekey pałewpiştî. bangî kird wernewe naneke sard debêtewe! zor be xecałetî geřanewe.

debê ewe bizanîn ke le barzan cige le «koře mar»- ke marêkî ser sê sûçî pîse û borełukeye û lay kilkî zor barîke û semme- hîç marêk nakujin. nexwaza marî řeş- ke pêwe nada- le zor małan wek pişîle azadane degeřê û mişk řaw deka û mindał gałtey pê deken; wek espabbazî. řawekewîş be tifeng naken. kew le pyaw natirsê. ke gutîşim bîgirim, boye bû her be lawetî fêr bibûm: milî mar ta endazey çwar qamk û pitir řeqe; eger ewê bigîrê le pêwedan dekewê. zor car le tereẍe demgirtin. laşim wa bû margiran her ew fêłe deken û dwayî didanî jehryan dekêşin.

paşnîweřo êstirêkî şînyan damê ke zor êstirêkî çak bû. degeł aẍayanî swar û hawřêyanî pyade řoyştîn. şew le şîwêkî bin çyay pîrs řamanbiward ke çend bîrêkî kem qûłî kwêstançî lê bûn. tawhełat be çya hełgeřayn. řêgeyekî yekcar sext û berdawî û dijwar bû. cêgey wa hebû debû êstir nizîk mîtrêk xoy heławête ser berdêk; yan baz date xwarê!

be nizîkey sê se’at serkewtîn. aẍakan gutyan: ême her çawman le to bû dabezî ta êmeş dabezîn. seyre ke milman neşka û heprûn be heprûn nebûyn!. gutim: baweř ken minîş her çawim lewe bû êwe dabezin ta dabezim; bełam gutim eger min dabezim dełên şaristanî û tirsenoke. mil şikan le gałte pê kirdin çaktire!

le bîrim nemawe çend şew le řêge maynewe. řojêk geyştîne gundî «nesrê» ke le pena gundî «řebetkê»ye. mułkî «ḧacî melo» bû ke ẍazî û ’ebdulwaḧîd xawenî bûn û degełman bûn. şew ta paş nîweřoy sibey lewê mayn û řê kewtîn. le řêge pêşmergeyek her timaşay dekirdim û dyar bû karêkî pêm heye. xom dwa xist:

- ha bira çit dewê?

- kake! dîtim qend le demit denêy, çayî be serda dekey. bîke be xatrî xuda xełkî em wiłate fêrî ew kare meke!

le şarî koye xeyatêk kirasêkî nîwqołî le fasunyay efserî bo dirûbûm; gyanêkim bewe bû. le řêge zorman areq dekird û toz dexward. degeyştîne her dem çomêk kirasim le aw hełdekêşa, bê sabûn pak debowe û ta meleman dekird wişkewe debû.

pêm waye no řojî kêşa ta geyştîne «xurkê» le nizîk dihok. ḧewt bombay yek tonî pêda dirabû; pêncyan teqîbûn û qet taqe małêk nemabû wêran nekirabê; çołuhoł. berheywanêk û nîwe ḧesarêk mabû; kira be cêgey aẍayan. le gund derkewtim; bîst deqîqe řê řoyştim, tûşî kanî û golêk bû; zor xoş û be sipîndar. darhencîrêkim peyda kird, detgut xêwete. hatmewe gund gutim cê xewî şewanem peyda kird. ḧesîrêkî nîwe şiřim le naw małan bird û şewane ta direng degeł pêşmerge řamdebward. wextî xew deçûmewe bin darehencîr; ḧesîr, řayex û senîr, berd. beyanî ke çawim hełdêna, dinyayek hencîrî zerdî zelamî geyştû çawyan lê dadegirtim. le pałewe têrim dexward û ewsa deçûme dimuçaw şitin. beyanîyek be fîte û ’ewî şwanêk we xeber hatim ke hatbû meř le goleke parawka.

- ho kak! şîrit nîye minîş hencîrit bidemê?

- çim nîye têy bidoşim.

hatim le naw wêraney dêda geřam, ketrîyekî řûkeşî sûrim dozyewe, serekey nemabû. şwan her dîtî geşke bû. gurcê piřî kird le şîr û berdêkî tenkiman le ser dana û şîrî kuław be hencîrewe. sułtanî řomîş way řanebwarduwe!

kuřêkî şazde sałan be nawî «mela ’ezîz dihokî»- ke bawkî se’atsaz bû- le tirsan hełatbû; le gund xizmetî dekirdim.