wek selaḧeddîn legeł dujminda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  692 Dîtin

her çend serbazî ’ereb degîran, zor le xoman xoştir dejyan. karyan pê nedekirdin, lîbasyan bo dekřîn, pûłyan dedanê û be lay mûsłida beřê dekiranewe wiłatî xoyan. cige le tifeng û çek, hîç şitêkyan le kelakî dujmin nedekirdewe. min, «bêcan» û «ḧadê» nawim řaspardibû- ke herdûk serqołey leşkir bûn- gîrfanî kelakan bipşikinin, ciẍarekanyan bo min bênin û be barzanî nełên.

mela baqî me’mûryetî diraye ke biçête gełałey bałekayetî. gutî: ew espet le birsan demrê, kes nawêrê be řoj řaygiwêzê. bimdeye bot debeme kwêstanan qełewî dekemewe û agam lê debê. espî bird. le payîzî direngida mela baqîm dîtewe, gutî: espeketim lebo firoştî be pênc kelle qend û ewîşim be dîşlemewe xwardewe!

- ey be sindanit bê!