wefay mela mistefa

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  772 Dîtin

mela mistefa pyawêkî zor bewefa bû. eger dełên wefa le dinya nebuwe yan nemawe, le lay ew betewawî hebû; mabû. ke leser em wefadarîyeş zor carî zyan dîtbû; bełam destî lê her berneda. kabrayek be nawî «tahîr ḧesen» le sałî 1945da le gundî «bile» be tometî hawkarîy barzanî î’dam kirabû. biray be nawî «haşim ḧesen ’eqrawî»- be wefadarî bo tahîr- zorî qedir lê degîra. lewîş xwêřî û bênamûstir- le ’ereb û ’ecemîşda- hełnekewtuwe. çend car le şeř hełat; çend car dizî le şořş kird; bełam qedrî her degîra. ta axrî be yekcarî bû be caş û ke eme denûsim, be naw, ře’îsî ḧîzbî dîmukiratî kurdistanî ser be be’syane.