lew řojaneda keyf keyfî min bû.

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  738 Dîtin

řojêk le cengey ew şeřaney binî dełaş, agir ber bibuwe her çwar terefman. teqe û girmeş gwêy ’asmanî keř dekird. agirî pûş û daran her dehat û nizîk debû. mela mistefa pałî be berdêkewe dabû; sîẍarî dekêşa. řûy kirdibuwe min, ḧîkayetî řawe berazêkî degêřawe ke sałêk degeł şêx eḧmedî birayda tûşî řawe beraz hatûn. zor be wirdî û hêmnî basî hemû wirdekarîyekî ew řawey dekird. çend kesêkîş le ḧeresekanî le dewrî řawestabûn. «zurar» nawêk be henasebřike û şêwawî hat gutî: ezbenî, caş geyştine gundî «seftê» û agiryan tê berda.

fermûy: hejar, swaraẍa lew řaweda le hemûman çêtir bû...

řîze gulleyek her wa dû bist biłinditir le serî mela mistefa we berdeke kewt û gullekan dawerîne nawman.

- ca swaraẍa...

gutim: qurban swaraẍa çî û řawe berazî çî?! bo min le tirsan gwêm le qisan debê?!

êsta agirman degatê.

fermûy: swaraẍa gutî řawe beraz zanînî dewê!...

ḧaçkî ḧeres be dengêkî lerzokewe ke dyar bû zor lewe detirsa mela mistefa le řêjneyekda bikujrê gutî: ezbenî xeberî hejare; lêre lakewî başe...

fermûy swaraẍa le dwawe berazêkî kuşt. bew karey...

ḧusênî ḧemedaẍay mêrgesûrî be hełedawan û pişû swarî hat gutî: ez ẍulam seftê sûta; caş dêne êre. seftê hezar mîtirman lê dûr nebû).

fermûy: heřnê! (yanî boy biçin). bełê, hejar! gwêt lêye?

- nexêr newełła!

- swaraẍa yeke yekey le dwawe dekuşt, pêşewe neyandezanî ke be tundî biřewn...

baweř ke agir le her çwar lawe lam wa bû bîst mîtrî nemawe bimangatê; tînî dehate ser û çawman. ew pyawe detgut le dîwexan pałî be deste nwênewe dawe û çawenoře qaweçî û qennedar, qawe qenney têkirawî bo bênin. le çîrokî řaweke wazî nehêna û le cêgey xoy nirkey nekird. xwawřastan êsta ba, demangut hîmdadî ẍeybîye. agir damird û nemangeyştê! xeber hat gutyan caşman le seftê hełqendin û kelakyan bekomeł lew deşte kewtuwe.

lew řojaneda keyf keyfî min bû. leweta barzanî le řûsyawe geřabowe, hemîşe dewruberî cimey dehat. ne şew ne řoj qet nebû set û dûsetî le dewre nebin. be’awatewe bûm carêk- bo de deqîqeş bê- betenya yan degeł sê çwar kesda lay bim; destî nededa.