kê bê le mergîş netirsê?

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  818 Dîtin

êwareyek barzanî bangî kirdim: hejar! ba biçîne qedem lêdanêk. be naw dołêkî zor wişkaroy zor lêrewarî çuẍurda řoyştîn. tûşî darbeřûyêkî zor estûr bûyn; mêşengiwîn le qedîda hêlaneyan kirdibû. dyar bû kilorayîy dar zor piř le mêş û hengiwîne. ḧîley piłing dehat. pasewanekanî mela mistefa gutyan: wa lew řewezeye, bîkujîn? fermûy: na, caşan be cêgetan dezanin. le dołeke serkewtîn û le bêdar deřoyştîn. neqłêkim bo mela mistefa degêřawe, dû teyarey hukirhonterî segbab gozugummet peyda bûn û bê selam û kelam ber tîrbaryan dayn. fermûy: «danîşin», ḧeresekan danîştin. fermûy: hejar danîşe! mat be!

- to xot danenîşî dananîşim!

- dełêm danîşe!

- be qiset nakem!

teyare ew ser û em seryan kird û çwar caryan lê piřjandîn û çûn. ḧeres hestan û kewtîne řê.

- dey hejar neqłeke tewaw ke.

- qurban le tirsan le bîrim nema!

- diro meke, netirsawî dena dadenîştî. debê tewawî key!

leser berdêk danîştîn. fermûy: to êsta arezût le dinyada çîye?

- teyare lêm neqirmênê û lepena semawerêk dû çayî be îstîkanî şûşe bixomewe!

fermûy: teyare be dest min nîye; bełam awatî çayîy semawerit êsta herçonye bo pêk dênim.

ḧîkayetî qedem lêdanekem bo hewałanim gêřayewe. mam ’elî bayezîdî gewirk- ke mirdûy şîrnayetî bû- gutî ba biçîne zig hengiwîneke.

- mame gyan! dołêkî wişkaroye; piłingî lêye. min nawêrim biçim. eger to be tenya deçî were pêt nîşan dem.

- be xułay xoş bû be hengiwîn hêndêk mêşkiman bihatayetewe serxo; bełam zeḧmete!

řojane deçûme nizîk zêy gewre. le ser berzîyek dadenîştim, gwêm le dengî hawîştinî top xemse xemse (pênc pênc) degirt ke lew dîwî çyay pîrsewe deyanteqand. 18 sanye be ḧewada wijey dehat. carêk nebê nemdî we kenarey lay (bilê) bikewê, her dekewtine naw çem. mela mistefa fermûy: carêkî dîke em kare bikey ḧebist dekem; ewe hîlake...

řojêk be naw diřwanda berew çom řoyştim mele bikem. diřwekan zor berz û têk simřaw bûn; be zor zeḧmet xom geyande pole sipîndarêk. be řwałet teřî kem aw bû. wîstim be nawya řed bibim, her çûme naw, řoçûm. xom bizwand ta ejno çûme xwar. dîsan le tirsî gyanî xom tekanêkim da xom, ta lay serûy estûrayîy řanim řoçû. nexêr gyan hate ser lêwan; êsta gořim gum debê. wek peleqajey melî serbiřaw tekanêkî zor be tewjimim da; nemame sipîdarêkî be qed deske pêmeřem we ber dest hat. xom girtewe û xom kêş kird. twanîm paş de deqîqeyek le zelkaw derçim û bêmewe berî pêşûm ke piř le diřkî biłind û nařaḧet bû. xom be naw diřkanda xizand. le çend cê dest û demuçawim de xwên hat. geyme ser lêwarî çem; le kewşewe ta kiławî serim lîte û quř bû. xom řût kirdewe û be awî zê şitminewe û hełmixiştin; meleyekîşim kird. heta cil û kewş kizir bûnewe zorî pêçû. le birsan ḧałim nema. şwênêkî hasantirim le naw diřwekan bedîkird û her çonêk bû derçûm. tûşî bêstanêk hatim; we naw kewtim; tałkeyekim lê kirdewe. quzełqurit çone awa. têkułekanîm xward. kabrayekim lê peyda bû; kirdye hera:

- êsta detbeme kin mela mistefa. êwe małî mintan wêran kird.

- bira zorim birsîye. nanêkim deye ew dem bimbe lay barzanî; yan xot lêre bimkuje!

kabra xaw bowe. nanêkî bo hênam; be yek hełpe xwardim.

- de fermû! min amadem, çonit dewê ba wa bê.

gutî: na na biřo; xwat degeł!

zor car gutûme, biřway tewawim wa bû; her kesêkî zor be ẍîretîş, her diřendeyekî wek şêr û piłingîş, her ga hest be xeterî meg deka, corêk tirs- ca ba zor kemîş bê- daydegrê. kêye le beranber mirdinda hîç nebê kemêk têk neçê? xwa le hemû aferîdeyekda kem ya zor tirsêkî danawe. bełam melaykey tirs be dest, mela mistefay lebîr çuwe; tirs be lay ewda nehatbû. le wetaẍî dîwexanî beẍda, le naw dost û aşnayanda çend řûgeş û xatircem bû, le cengey gulle û agirbaranda her ew pyawe bû. ne řengî degořa, ne qisey têkeł debûn, ne weydezanî mêşêkîşî le dewreye. bełê be hoy bexêwkiranî le komełgay şêxanî barzanda, le xuda detirsa; le abřûneman û nawziřan detirsa; bełam tirs le merg û dujmin? hergîz. her ewm dît gałtey be mirdin bêt. azayetî û netirsanekey lew hemû sałaney řabirdûy û lew hemû şeřaneda ke kirdibûy, wek efsaneyekî xeyałî lê hatbû. ke ew mabeyne le nizîkewe degełî bûm, biřwam hêna ke hêşta kes neytiwanîwe û kesîş natwanê azayetî û netirsanî mistefa barzanî- wek heye- de yekîşî pey pê berê û bizanê basî bika.