be humêdî xuda emcareyş serdekewîn

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  704 Dîtin

bełam lew řojaneda ke çekdar le şeřên û xełkî tirîş karî îdarî û partîbazî û hîç nebê xo têhełqutandin û xo xwên şîrîn kirdinî minafeqaneyan nemabû, kes le lawe nedehate lay; tenya min û min. her le fênkî êwarewe řadyom debird û exbarim bo dekirdewe û qisey qořim dekird û zorî keyf pê dehat. gwê qułaẍî řadyo kurdîy beẍda bûm, her ke «şahîn tałebanî» destî dekird be cinêwdan be barzanîyan, demkirdewe; le pêkenîn ḧewasî deçû!

basî sefer xoy bo řûsya gêřayewe ke wextê çûne bako, efserêkî turkyan řegeł xistûn ke agay le karubaryan bê. paş maweyek têgeyştûn turk nîye û ’elî gelawêje; nardirawe bizanê le naw xoyanda dełên çî. zanîwye ke ’elî berdestî řeḧîm qazîye. řeḧîm baẍrofî wa têgeyanduwe ke barzanî be hoy bawkî seyîd ’ezîz (ḧacî seyîd ’ebdułła efendî) řaspardey îngilîsane û zoryan leser ewe zeḧmet dîwe. baẍrof boy danawe ke degeł řeḧîm ḧîzbî dîmukiratî kurd le bako dirust ken- wek fîrqey azerbaycan- mela mistefa qibûłî nekirduwe; çunke zorî bê’exlaqî řeḧîm bîstotewe. leser ewe baẍrof lêy ẍezrîwe û hemû barzanîyekanî hełdaştûn bo seḧray qereqelpaq û her yek û duwanyan le dêyek kirdote kargerî kełxozan. mela mistefa neygut bo xoy çikare buwe, bełam le xełkî tirim bîst ke maweyek le dûkanî qesabîyek û qedrêk le aşêkî agir kargerîy kirduwe. wereqe û bilîtî seferî le jinêk kiřîwe û xoy geyandote mosko. lew demaneda ke sitalîn nemawe, çote kirmilîn. le derga řêgey nedrawe; degeł efserî pasdar be şeř hatuwe û duwanî be mist kutawe. le kaxewe pê zanrawe; řêge dirawe û şikayetî xoy kirduwe. biřyar dirawe bête mosko. ewanî degełîşî hatûn kê pêy xoşe bixiwênê; dena lêkyan ko kenewe û karî baştiryan bidenê. zoryan xwêndûyane. hêndêkyan- be qisey şêx suleyman- le mela mistefa tekîwnewe û xwêndinyan qibûł nekirduwe.

***

eḧmed tewfîq û kawe le ser çyay pîrs le şeřda beşdar bûn; barzanî tarîfî azayetîy herdûkyanî dekird. řojêk le nwêjî şêwanêkda- ke taze sêre hełdegîra û girme û nałey topan her dehat- gutî: hejar hemû pelkî daranîş sûtawe; ew hemû dujmineman le sere; lewaneye kes derneçê.

herçendî bo xom çend car ew fikirem be diłda hatbû, gutim: tikaye şitî wa mefermû! fermande nabê basî şikanî be demda bê. desa min biřwam waye bew ḧałeş û leweş xiraptir bê, her xoman serdekewîn.

fermûy: lat waye detirsim?!

- ne. min ke kuře melayekim; bawkim çekî here bekarî goçan û sîwak bû, netirsim, dezanim to ke hemû temenit le meydanî şeřda řabrawe natirsî; bełam namewê şitêkî wa bifermûy ke diłî dił ze’îfanî pê bitirsê.

fermûy: lem gełî û nwałaney barzanda, her berdêk û her piniçkêk yadî pałewananî şehîdî parêzgarî ḧeqî şer’î xoyanim bîr dexenewe. hîç hengawêk nanêm ke miroyekî azay êmey lê nekujrabê. êstaş kujranim be lawe şitêk nîye ke qabîlî bîr lê kirdinewe bê. jyan her debřêtewe. dest dananêm. be humêdî xuda- wek to gutit- emcareyş serdekewîn...