qirmey xom be biřnoyek nadem!
geyştîne «çêwe»; piłingêkî taze kujraw le heywanî małî kwêxa se’îd hełwasrabû; kay tê axnirabû. kabrayek be tifengêkî şînkey zor qedîmewe (ewaney be barût û peřoyan dadegirtin), her deygut: qirmey xom be biřnoyek nadem.
ew řoje şwanêk le řewezberdêk piłing debînê, dê bew kabraye - ke hatote řawe kew- dełê: biço ew mindałaney hatûne gya dokłîw dûr xewe, piłing heye.
- kwa piłing?
- wa lew řeweze.
be tifengî qirmewe boy deçê, çawî lê degêřê. lepiř piłing le jûrewe xoy dawêtê. - lebeynî ’asman û ’erza tope peřoy de nêw çawanî piłing deka, we ser yekî degêřê. nazanim ew ẍîrete le kam cergewe hatbû?! «kafî nebewî» - ke efserêk bû - lêy kiřî be pênc dînar ke bîxate ser zîn. mela mistefa peyda bû, timaşayekî kabray kird; gutî: ḧeyfe ew behrey pałewanetîye bifroşê. gutî: de dînarî bidenê û kewłîş her hî xoy bê.
yekêkman degeł bû «mela qadrî laçînî», şew danîştibûyn, qaloçeyekî pê hełgeřa; le zîrjinî da û diłî bûrawe. hemzaẍa gutî: şořş emey xoşe: yek be qirme piłing dekujê, yek le qaloçe detirsê! ca her ew mela qadre le êran gîra û birdyane «cełdyan» şayetî le ser hezar kes pitir da ke yarîdey ḧîzbî dêmukiratyan kirduwe.
pêşnîweřo lew gunde lay mela mistefa bûm, be çayîçîyekey (yasîn)y gut: dezanî çi dekem?
- çizanim?
- řêgey sipîlkî degirim. sûrçî řuḧyan le ḧeywanandaye. řêgey kwêstanyan nadem, meger...
legeł mina dedwa, gutim: kurd cige le ḧukmî zatî (xudmuxtarî) boy mesłeḧet nîye daway zyatir serbexoyî bika.
fermûy: boçî?
- çunke leser beḧir nîye. dewłetêkî leser beḧir nebê û wek êmeş feqîr bê, natwanê bijî.
- kê dełê leser beḧir nîyn?
- min û hemû dunya.
- hejar! to hîç nebê şerefnamet xwêndotewe. kurdistan le tengî hurmuz û le eskenderûne dekewête ser derya, ême dû řêgey deryayîman heye.