çend qisey xoş

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1342 Dîtin

çend qisey xoş: dełên walîyekî turk hatote beẍda, wîstûye xoy dewłemend ka, biznêkî zîn û liẍaw kirduwe, le jûrêkî řagirtuwe. nardûye tacrî şar hatûn, yek yek birdûnî nîşanî dawin:

- eme çîye?

- qurban bizne.

- ha, be kerim dezanî? zîn û liẍawit nedîwe? nazanî êstire? bîgirin dûsed lîrey cerîme biken!

yekî tir gutûye: qurban êstire!

- ha, be kerim dezanî? řîş û şax û gwanit nedîwe?!

herweha pêda çuwe. cûlekeyek hatuwe, be dewrî bizin - êstirda sûřawe.

- ha xwace! eme êstire, yan bizne?

- qurban be serit qesem ne êstire, ne bizne, bełay řeşe û xwa boy nardûyn!

le «çêwe» mela mistefa gutbûy espêk bo hejar bikiřn! espêkî sipîlkî pulîsanyan bo kiřîm. esp nebû, bełay řeş bû! tûşî her esp yan mayn yan êstir yan ker bwaye, swarî debû; ḧîleḧîlî dinyay gêj dekird. naçar bibûme gulî dûrawaye, debwaye şûłî estûr be destewe û hogane cûtêk, lepêş yan ledûy hemû kesewe biřom. lenaw quřêkî zor çeqda tûşî fiřansiwa bûm ke be pêxwasî quřî deşêla.

- were swar be!

- kontiřoł û řołekey çone?!

- hetîw řołî çî û kontirołî çî? min leser berdî biłindewe xoy dawême ser, řikêf nada; ewîş debê serêk ser hełgirê ta mandû debê; ca wek espî musułmanan be řêda deřwa. eger tûşî berdêkî biłind bûyn, lewêwe xot bawê ser terkî!

lew quřewe wizaqî best, řast lepşitimewe swar bû. gutî: min swarî çak nîym, jîmnastîkî çakim!

* şewêk le gundî herutyan mîwanî małêk bûyn. nawî kabra «mela seyîd ’îsamuddîn» bû. tekye kelamî «mext ’eyb nebê» bû. meselen: mext ’eyb nebê kerekêm cil kird! mext ’eyb nebê çûme qeładzê! mext ’eyb nebê şekkirim kiřî!

- kake to melay?

- na!

- seyîdî?

- na!

- ’îsamuddînî?

- na!

- dey ew nawe dirêje çîye?

- mext ’eyb nebê, babîm mela seyîd ’usamuddînî, mext ’eyb nebê xoş dewîst. minî mext ’eyb nebê be nawî ewewe kirduwe!

* mela mistefa zor le her leqebêk û betaybetî le wişey mamosta tûře bû. deygut: nawim mela mistefaye û hîçî tir. ewîş be mindałî nawim nirawe mela mistefa, dena melakeşim qibûł nedekird.

şewêk le gundî «xetê», jîgay «melay xetê» ke dełên fitway ew bote sebebî řûxanî dewłetî mîrî gewrey řwandiz, lay mela mistefa bûm. melayek pêy gut: «mamosta», barzanî xoy lê tûře kird. kabra lerzî û zor tirsa. gutim: degeł minî bû!

gutî: to be mamosta tûře nabî?!

- na, ḧez dekem pêm biłên şahenşahî mu’ezzem!

melam le tirs necat da.

* mela řeḧmanî ḧacî melay ’ezîzkend - kone hewałekey zemanî tereẍem; ke êstaş mawe û le bokane û melay kosey pê dełên - hate sirêşme. lam waye name û pûłî bo mistefa û kawe hênabû. gutî: qetim barzanî nedîwe; deşlên natwanî bîbînî. zor ḧezim lêye çawim pê bikewê.

- were ba emşew biçîn.

gutim: ewe kone řefîqêkî mine. barzanî timaşayekî kird:

- mela min tom le kwê dîwe?

- qurban qet be xizmetit negeyum.

- hewweł car ke hatîne êran, şewêk le małî kerîmaẍay qunqeła tom dîwe.

mela we bîrî hatewe: bełê qurban min lewê bûm!

* şewêk le gundî «binawye» degeł bira kurdekanî êranî çûyne êranî çûyne mizgewt. germ bû;

şile sawarîşyan bo hênayn; beyanî keyfiman le çayî bû. derwêşêkî sûrçî le serbanêk be defewe şitêkî degut ke tarîf le şêx eḧmedî çawbełekî sûrçî bû.

gutim: derwêş deng hełêne, zor xoşe. gutî: bira dinya dû ’irûfe: «bî, tî»!

- ay hezar aferîn bo fermûdet!

- çat xwardotewe?

- ne be serî to! hewałekanîşim wek minin...

derwêş çayî û nanêkî ḧîsabî daynê. dyar bû ew qisey le melayek bîstuwe ke dinya «bedi’» û «tem» pitir nîye: dest pêkirdin û tewaw bûn.

* seyr ewe bû hemû xełkî gund ḧacî bûn. mindał mûy lê nehatuwe, keşîdeyekî zerd be serewe! hatme lay mela mistefa, gutî: em gunde ḧacî zore; we nîye?

- kake ewane fêłbazin. pîrêk, dwanyan çûne ḧec, hêlke ḧacî zoryan kiřîwe û lêre leserî kurk bûn û cûçkyan hełênawe!

***