çend wirdebasêk

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  852 Dîtin

le koye bûyn, peyamnêrêkî feřansî be naw «fiřansiwa» le temenî bîst û dû sałeda peyda bû ke ’ekis û xeber bo çend mecelleyek beřê bika. îngilîsî baş dezanî. mutercimêkî řegeł xirabû enwer mîrzay naw bû. deygut le sedî kerec karim kirduwe. le minî xwast kirmancîy botanî fêr kem. baweř bike le sê dersî hewwełîda - ke me’lûme mêşkî serîşî debirdim! - tewawêk baş têk degeyştîn. qet zîrekî wam nedîwe; zor bûyne aşna.

destey wituwêjkeran be serokayetîy sałḧ û celal tałebanî çûne beẍda. êmeyş dway mangêk le koyeman gwêztewe, be řêgay «celî»da, řû be wiłatî «xoşnawetî» û lewêwe bo dołî «herutyan» her şew ya çend şew le gundêk be pyadeyî milman lê dena.

ca ba wek çîrokî şewaney nwên piř le kêç, bademewe ser çend wirdebasêk:

destey eḧmed tewfîq - ke le zemanî qasmida hatbûne dîwî ’êraq - le sinûrî lay bane gîrsabûnewe; ke le êran dûr nekewnewe. partî bo têk nedan degeł êran, men’yan kirdibûn; çend kesêkyan lê girtibûn ke teḧwîlî êranyan dedeynewe. barzanî dûr le wiłatî badînan bû. herçonêk bû hawaryan geyandibûye; beryan dabûn. eḧmed degełî têk dabûn. neşreyekî be polîkopî be nawî «dîsan barzanî» derdekird. partî zor lewe tûře bûn. carêk kuřêkyan bew neşrewe girtibû - nawî «’umer nîgłî» lawêkî sineyî bû - zoryan lêdabû; nazanim çon berdirabû. bew ḧałeş bew hemû tirs û lerzî řêgewe, neşrekanî hêna beẍda. le beẍda zorim be eḧmed gut: her şitê kemtirîn kêşe û dûberekî binêtewe zor zerere. dyare ewîş karî xoy be baş dezanî û deygut: toş eger wek min lenaw cergey karekeda bay, ḧeqit be lama deda...

ca ke geybûne barzanî, dîsan partî û eḧmed yektiryan dedza. partî lay wa bû eḧmed buxtan û diroyan bo hełdebestê û barzanîyan lê tîj deka. nazanim ta kwê řastyan dekird; bełam - wek çend şitêkim lê gêřanewe - le zor cêda ḧeq be eḧmed bû. îtir lew karwaneda min û fiřansiwaş degeł destey eḧmed kewtîne řê.

barzanî zor sałan ber lewe bişçête řûsye, qet be şew nedenûst. le dway wiłat řûnak bûn dexewt. kesîş neydezanî xoy û parêzeranî taybetî - ke barzanî bûn - berew kam gund deřon. çendîn qołî cya cya berew şwênêk û mełbendêk deçûn ke boyan dadenra. le her kest pirsîba, barzanî le kam şwêne? bîşîzanîba neydegut. şew leşkir le her gundêk ba - ke dyare paş tarîkan deçûn - beyanî hêşta tarîk bû derdekewtin, cêgeyan le çoł û çya degirt. dûkełkirdin be řoj memnû’ bû. tenanet be şewîş cigere dagîrsandin be aşkira nebû. ca ke demanewîst le yekêk pirsîn bo fiłan gund çendî mawe, eger bîgutaye nîw se’at, be ḧewt se’at nedegeyştînê. eger bîgutba seḧatêk, manay hemûy řojî debird!

eḧmed cinêwî deda: be xuda xoşnaw kerin! nazanin be pyaw biłên ta fiłan cê çende?

gutim: be xwa cenabman kere! ewane se’atyan nîye, řoj lay ewan yek se’ate, bo ême fêrî nabîn?!

ta şeř nebû, be řoj be řêda deçûyn û şew deḧesaynewe. le katî şeřda, şew debuwe cimucoł û le řoj xoman mat dekird. řojêk le gundî «siktan» řa debû be hewrazî «hewrê» hełgeřêyn. min û «hemzey ḧesenaẍay menguř» le tenbełîyan becê mabûyn. zor sernekewtibûyn tûşî kabrayek bûyn şeş kerî betałî pê bû; serdekewt. hemzaẍay gutî: kake deber jinêt mirim swarin ke! kabra gutî: ew pařanewey bo çîye? swar bin! geyştîne nizîk serkewtin, kabra gutî: ca lêre min la dedem; deçme daran. dabezîn û zor supasman kird.

hemzaẍa gutî: kak hejar! be nimekî şêxî burhanî, ew kerane xidrî zînde bûn de firyaman hatin! eto dełêy çî?

- dełêm çî? to be şêxî burhan swênd bixoy û kerit lê bibête xidrî zînde? tênagem!