kobûnewey kongirey ḧîzb

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  928 Dîtin

řojî kobûnewey kongire hat. le sałonî medreseyek kongire gîra. bigêřî kongire celal tałebanî bû. biraym û baqîy endamanî mektebî syasî be řîz leser şano danîştibûn. barzanîş lewê bû. min be eḧmed tewfîqim gutbû eger helim des kewê lewaneye qise bikem. çûbû zebtî sewtêkî hênabû. dyare memanan - ke borepyag bûyn - degeł borepyagan be pêwe řawestabûyn û min û eḧmedîş lepişt hemû řîzanewe bûyn.

qise zor kira, her mamostayey be norey xoy. ḧîzbî partî ke qerarî qet’î dabû hergîz le xudmuxtarî des hełnagrê, ew şewe bareke gořa. kak biraym dûrudrêj leser ewe dwa ke: dewłet dełê lamerkezîtan dedemê. lamerkezîş degeł xudmuxtarî naweřokî yeke û nawekan cyan! me’lûm bû qisekerekanî tirîş îsbatyan kird ke wexte lamerkezî le xudmuxtarî çatrîş bê! celal heray dekird: «kê mwafîqe?... bełê teswîb kira». qet de sanye nêwan nedekewte «kê mwafîqe?» û «teswîb kira». wek seḧnesazîyekî zor gałtecařim dehate berçaw. le helêkda lepişt řîzekanewe heram kird: eger îcaze hebê qisêkim heye.

celal gutî: de naw lîstî qisekeranda nenûsrawî, wextîş xelas buwe!

řûm kirde barzanî: yanî çî?! meseley serniwîştî kurd - ke minîş kurdêkim - bas bikirê û netwanim qiseyek bikem?

barzanî gutî: qisey xot bike! eḧmed be dizîyewe zebtî lebin mêzêk we kar xist. gutim: ewane hemûy qanûnzanin; dełên lamerkezî hênde û hênde başe. min ke le qanûn serim dernaçê. dewende geyum lamerkezî yanî dewłet be estandaran hêndêk kar despêrê ke bo hemû şit çawenořî fermanî patext nebin. lêreda ême û besre û mûsił û estanekanî tirî ’arebnişîn debîne yek xawen ḧeq. tenanet kurdistanîş le kerkûk û hewlêr û silêmanî û dyale debête çwar lamerkezî ke hîç dexłiman be ser yekewe nabê. estanî silêmanî le bûdcey xoy cade îsfałit deka, estanî kerkûk karxaney cûcekeşî pê baştire... serbaz û polîs û dadga û çî û çîş ḧeqî merkeze.

xulase zorim řist, gutim: eger lamerkezî û xudmuxtarî her yekin, min lam waye xudmuxtarîman bidenê. hem nawekey xoştire û naweřokekeşî be qewlî ḧiqûqzinanan her yeke. emcar emin nazanim ême le zebûnî û bêhêzîye qise dekeyn yan le hêz û desełatêkewe? eger le zebûnîyeweye, qisem nîye û be lamewe kobûnewekeman zyadîye; dewłet herçî gut wa dekeyn. eger le hêzewe qise dekeyn û lebryetî ew hemû xwêne řijawane û małe sûtawane û le zîndanda řizawane daway ḧeqêkî şer’î dekeyn, çone ke hêşta abłoqey îqtîsadî leser silêmanî û hewlêr hełnegîrawe û hêştan tenekey neft be dû dînare û hêştan le řêgewban hemû mastifroşêkîş çend car depişkinrê? ême lêre laman waye dewłet ewpeřî bezeyî û pyawetî degeł nwandûyn ke hêştûye ko bînewe û hemûman qoł le ser lamerkezî espardey ew bikêşin. bo debê ême «serî řeş», ew kêwe girînge leşkirîye becê bêłîn - ke nîşaney nîyet başîman bê - emma ewan ḧesarî îqtîsadî laneben? em car dewłet be setan teyare û hîlîkopterî heye. bo debê ême bo giftugo bigeyne beẍda; ewîş îcazey sefer le polîsî dergay şaran wergirîn? bo merkezî wituwêj le kerkûk nebê ke hemû wişeyek be bêsîm û telefon detwanin be beẍda biłên? eger le bêhêzîyewe qise nakeyn, em aẍayetî û nokeryete piř le sûkayetîye yanî çî? ba ewan hengawêk bên, ême «aliḧkim lile» dû hengaw deçîn...

germ dahatbûm; lembarewe bom dehat. kabrayek be nawî «semed menceł» - ke le beẍda be ser îdarey mirîşk û cûckî dewłet řadegeyşit û xoşewîstî partî bû - ew şewe lewê ’ebayek be şanewe, danîştibû; biřî be qisekem dada. celal gutî: kak semed qisey heye. semed gutî: em qisaney hejar hemûy zyadîn. ême ke leser doşek, le małî germ řamanbiwarduwe, ḧeqman nîye tedaxul bikeyn. ewaney le meydanda bûn ḧeqyan heye!

gutim: kak semed! çunke xeyałim nîye basî xom û dîfa’ le ẍeyrî azadîy kurdistan bikem cwabit nadem; egîna êsta şermezarim dekirdî.

bigêř řaygeyand: celse dwayîy hat û destey wituwêjkeran deçne beẍda.

barzanî lem naweda qet bîrubřiway be «a» yan «na» dernebřî û koř biławey kird. şew direngê ke hatînewe, be minî gut: be’sî de êwarêda semedyan be teyare nardote kerkûk, be hîlîkopter hatote hewlêr, be pele geyandûyanete celeseke: neweka basî lamerkezî têk dirê. pûłêkî başîşyan dawetê. hemûm xeber heye.

eḧmed ewfîq zor mandû bû. zorbey karubarî çek kiřîn û damezrandin û pêřageyştinî çekdaranî le mil bû. neydekira serî buxrênê. serbarî eweş, endamanî ḧîzb le êranewe dehatin û be wanîşewe serî qał bû.

bo yekem car şewêk selaḧî muhtedî minî taqî kirdewe û milî le xirapey eḧmed na. yek le gileyîyekanî ewe bû ke: le êranewe yarmetîy pûł, gorewî û destikêş û şitî waman bo pêşmerge hînawe; nazanîn eḧmed çî lê deka? gorewî dawe be hebasaẍa...

gutim: kake! min ke degełtan nîym. ne qisey to be eḧmed dełêm ne be barzanî. bełam bibexşe! to û çendêkî wek to be pyawî xwêřî dezanim; hatûn nanî pêşmergey bêçare dexon. eger le wiłat, her xot bikirdayete ’ecem û dostî dewłet bwayey, bełam bittiwanîba çend medreseyek be dewłet le dêhatekanda bikeyewe, zor lewe beşereftir bû.

binkeyekî çekdaranîşyan le gundêk nizîk koye bû, ewanîş giley eweyan hebû ke eḧmed kemtiryan pê řadega. her çend cwabî ewanîşim her dedawe ke min ḧeqim be ser ew karanewe nedawe. dîsan dûbedû eḧmedim dwand. gutî: le selaḧ be şikim; detirsim sawak nardibêtî. bełam bo binkeke çonit pê başe wa dekem. gutim: hemûyan be kawe řazîn, bîke be wekîlî xot! kirdî. leser sawakî bûnî selaḧ zorim lome kird ke: em kuře aẍa nazdare wek meyter û kerdarêk kar deka û be nanî wişk řazîye, çon way pê dełêy? gutî: be xwa min way dezanim hatbê karman lê têk da.

ha, ta eweşim le bîr neçuwe:

le çwarquřne bûyn. mamosta sałḧ yûsfî ke serbexo pîrozbayîy řesmî le teref kurdanewe le be’sî kirdibû, hat. çuwe lay mela mistefa. demanzanî barzanî zorî lê qełse. řêgeş nebû biçîyne jûr. hemzey ḧesenaẍay menguř lewê hate der.

- dey hemzaẍa basuxwas?

- wełłahî be serî to mela mistefa ḧecemey demałê kul kirdibû. ḧecemeş her tifî qût deda û milî dirêj dekird û deygut: pûłim yox!

ew hemû kot û şełwar leberêkî be ’ecem dezanî! le kirmancîş tênegeybû; lay wa bû be tirkî qise deken. ke tirkîş nazanê!